Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin! 2023-07-17 09:03:51 RIHA - Kesên ku xwe weke polîsên TEM’ê dan nasîn kîs xistin serê Mazlûm Çelîk ê 24 salî û ew revandin. Çelîk ê ku polîsan di şikeftekê de 11 saetan îşkence lê kirin diyar kir ku kesên ew revandine gorek ji bo wî kolan e û gefa kuştinê lî wî xwarin e û jê re gotine, “Em ê cilên gerîla li du polîsan bikin û li cem te wêneyan bikişînin.”   Li Rihayê Mazlûm Çelîk ê 24 salî ku ferzkirina sîxurtiyê ya polîsan qebûl nekir, piştî ku kîs xistin serê wî ew revandin û wî birine şikeftekî û 11 saetan îşkence lê kirin e. Kesên ku xwe weke “polîsên TEM’ê” dan nasîn di 14’ê tîrmehê de kîs xistin serê Çelîk ê bavê 3 zarokan e û li Pasaja Kapakli ya li navçeya Halîliyeyê tiştên elektronîk difiroşe û ew revandin. Çelîk ê li şikefteke nayê zanîn ka li ku ye îşkence lê hate kirin û bi kolandina gorê bi kuştinê gef lê hate xwarin, piştî îşkenceyê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan rapora îşkenceyê wergirt.    Di rapora ku bijîşk daye Çelîk de wiha hate gotin: “Li herêma rastê ya stûyê wî 3 xêzik, di nava pişta wî û milê wî yê çepê de şînbûyîn, di zendên wî yên çep û rastê de xêzik û sorbûn, di her du lingên wî de werimîn û şînbûyîn, di kemaxa wî ya rastê de 3 şopên daran û li her du kemaxan ber bi hundir ve ji nîviyê zêdetir şînbûyîn heye.”   JI TEM’Ê GERIYAN: TU YÊ JI ME RE BIXEBITÎ!   Çelîk ê îşkence lê hate kirin, tiştên ku hatine serê wî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Çelîk, diyar kir ku beriya hefteyekê bi hinceta derbarê wî de gilî heye ji Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Rihayê gazî îfadeyê hatiye kirin û wiha got: “Di heman rojê de ez çûm îfade da û derketim. Li wir nimreya min wergirtin û gotin ‘em ê li te bigerin’. Du roj derbas bûn, nimreyek li min geriya û gotin ‘ji niha û pê ve ez ê bi wan re bixebitim’. Min jî qebûl nekir û bertek nîşanî wan da.”   LI ŞIKEFTÊ BI CEYRANÊ ÎŞKENCE LÊ KIRIN   Çelîk, da zanîn ku di 14’ê tîrmehê de danê nîvro 3 kesên li ser Cadeya Maşûk û Ataşehîrê ji wesayîtekê peya bûn, kîs xistin serê wî û ew revandin e û tiştên hatin serê wî wiha vegot; “Bi darê zorê ez li wesayîtê siwar kirin. Ez birim şikefteke ku nizanim ka li ku derê ye. Ewilî du kes bi min re axivîn pirsa ka têkiliya min bi rêxistinê re heye an na kirin. Min jî got tu têkiliya min nîne. Her cara ku min digot nîne zêdetir li min dixistin. Bi ceyranê îşkence li min kirin. Di şikeftê de gorek kolan û gotin heke ez bi wan re nexibitim dê min têxin wê gorê. Kesên ku ev tişt gotin, bi lêv kirin ku heke min li wê derê veşêrin wê kes cenazeyê min jî nebîne, dadger û dozger jî girêdayî wan in û ew dewlet in. Dû re hejmara wan zêde bû. Bi xortûmê li min dan. Piştî destên min kelemçe kirin, bi navber dayîna ceyranê domandin. Ji kesekî di nava xwe re digotin ‘başkan’. Ew kesê jê re digotin başkan digot ‘guleyekê li serê wî bixin, nedin axaftin’. Kesê ku jê re digotin başkan wiha got: ‘Piştî me gule li serê te xist, em ê nîşeyekê deynin li cem te û binivîsîn ku dawiya xayînan dê wiha bibe’. Heta digot ‘em cilên gerilayan li du polîsan bikin û li cem te wêneyan bikişînin'. Gotin hesane ku ji civakê re vebêjin rêxistinê ez kuştim e û dikarin her cure senaryoyan binivîsin. Ji min re çi gotin min dengê xwe dernexist. Danê nîvro dora saet 12.00’an ez revandim û heta saet 23.00’yan îşkence li min kirin. Bi şevê dereng min berdan û ji min re gotin heke ez giliyê wan bikim wê dîsa min birevînin û guleyekê li ser min bixin. Ji min re gotin ‘hefteyekê bêhna xwe veke em ê dîsa te bibînin'.”   QEREQOLÊ GILÎ NEGIRT   Çelîk, bi lêv kir ku dema ew li cihê lê hate revandin hate berdan, ji ser hişê xwe çûbû û wiha berdewam kir: “Piştî min berdan, nîv saetê ji ser hişê xwe çûbûm, piştî hatim ser hişê xwe bi darê zorê gihiştim malê. Min heta serê sibê bêhna xwe vekir, dotira rojê min ji nexweşxaneyê rapora lêdanê wergirt, bi bavê xwe re ewilî çûm Qereqola Şehîtlîkê ya navçeya Halîliyeyê lê giliya min negirtin. Kesên li qereqolê ji min re gotin ‘ev TEM’e kes nikare van, me tev li nekin’. Em çûn miduriyeta polîsan a li navçeya Karakopruyê, li wir jî heman bersiv dan. Giliyê me negirtin û ji me re gotin divê hûn biçin cem dozger. Li her du qereqolan jî parastina TEM’ê kirin.”   Çelîk, diyar kir ku li dijî îşkenceya li wî hatiye kirin ew ê serî li rêxistinên hiqûqê yên li bajêr bide û ew ê li dozgeriyê giliyê wan kesan bike û wiha bi lêv kir: “Ji niha û pê ve çi pêwîst be ez ê bikim. Ji bo ku kesên îşkence li min kirine bên dîtin û cezayê ku heq dikin bistînin, ez ê tişta ji destê min bê bikim. Ez ji kesî natirsim. Divê îşkence bê ceza nemîne.”   ‘BERPIRSYAR DEWLET E’   Bavê Çelîk, Cengîz Çelîk (52) ê li gundê Mircan ê girêdayî navçeya Karakopruyê karê çandiniyê dike jî diyar kir ku wê giliyê wan kesan bikin û wiha got: “Beriya du rojan bi şev bûka min li min geriya û got li kurê min dane. Ez jî di heman saetê de hatim Rihayê. Em duh bi hev re çûn nexweşxaneyê û me rapora lêdanê wergirt. Em çûn Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê nebûn alîkar. Gotin nikarin bi TEM’ê re mijûl bûn, ev yek ne karê wan e. Em çûn Qereqola Polîsan a Karakopruyê jî me heman bersiv girt. Tiştek bi serê kurê min were berpirsyarê wê dewlet e û Waliyê Rihayê ye. Em ê li her derê ku pêwîst bike serlêdanan bikin. Em serî li dadgehê jî bidin. Em gilî bikin. Çi ji destê me were em ê bikin, em ê li pey doza xwe bin."   Çelîk ê îşkence lê hate kirin serî li Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê dan û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir. Çelîk, her wiha wê îro biçe Edliyeya Rihayê û serî li dozgeriyê bide û giliyê kesên îşkence li wî kirine bike.   MA / Emrullah Acar