Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin 2023-07-17 13:15:42   STENBOL - Di danişîna doza Weqfa Hîranûrê ku damezrînerê wê Yusuf Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. zewicandibû û bibû sedema ku tecawizî wê bê kirin de biryar nehat dayîn û danişîn dîsa hat taloqkirin.   Danişîna 5'emîn a doza ku der barê Yusuf Ziya Gumuşel ê ku yek ji damezrînerên Weqfa Hiranur a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye ku zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicandibû hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê hat lidarxistin.      Danişîna ku li bendê bû bi encam bibe ji ber parêzerên kiryaran li dijî helwesta dadgehê ji dozê vekişiyan danişîn taloqî 9'ê cotmehê hat kirin