Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin 2023-07-17 13:25:38   KIRIKKALE - 6 girtiyên di Girtîgeha Kirikkale de tên ragirtin, ji ber daxwazên wan hatin qetbûlkirin, çalakiya xwe bi dawî kirin.    Li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F'yê 6 girtiyên dihatin ragirtin li dijî binpêkirinên mafan di 12’ê hezîranê de heya niha di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de bûn. Ji ber daxwazên girtiyan hatin qebûlkirin, dawî li çalakiya xwe anîn. Girtiyên bi navên Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Serhat Erdemcî, Îhsan Oral, Baran Gûl û Orhan Dorûk îro çalakiya xwe di roja 35’emîn de bi dawî kirin.    Girtiyan ji ber sedemên “Dema diçin nexweşxaneyê rast hatina lêgerîna nava dev, nedana dermanên girtiyan, bêyî sedem nîşandanê serdagirtin û lêgerîna qawîşan, gûherîna odeyan a bi kêfî, astengkirina mafên werzîş û hewadarkirinê, zêdebûna sepanên derûnî, astengkirin mafên tenduristî û ragihandinê” di 12’ê hezîranê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.