Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir 2023-07-17 15:03:55   ESKÎŞEHÎR - Albay Alî Osman Akin ji kuştina Nezîr Tekçî tê darizandin. Akin leşkerên ku gotine wî Nezîr Tekçî kuştiye, bi “xeyal dibînin” sûcdar kir.    Li gundê Yekmalajorî yê bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve di 28’ê nîsana 1995’an de leşker Nezîr Tekçî yê şivaniyê dike dikin binçavan û carek din agahî jê nayê girtin. Ji bo windakirina Tekçî doz hatibû vekirin û paşê jî doz hatibû girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara girtina dozê betal kir û doz ji nû ve hat hat lidarxistin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê hat lidarxistin. Albayê teqewid Alî Osman Akin ê ku ji kuştina Tekçî tê darizandin di danişînê de amade bû. Bersûc albayê teqawid Kemal Alkan jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên her du bersûcan di danişînê de amade bûn.    Parêzerên malbata Tekçî Ramazan Demîr, Bunyamîn Înce, Huseyîn Bogatekîn û ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Ozgur Yildiz jî beşdarî danişînê bûn.     SÛCÊN XWE RED KIR    Piştî tespîta nasnameyan bersûcan û parêzer axivîn. Alî Osman Akin ê ji kuştina Tekçî tê darizandin diyar kir ku ew berê jî hatiye darizandin û beraetkirin. Akin îdia kir ku wî sûc nekiriye. Akin anî ziman ku xelkê herêmê leşkeran wek “terorîst” û endamên PKK’ê jî wek “gerîla” pênase dike û îfadeya ku Nezîr Tekçî daye leşkeran xwend. Akin anî ziman ku Tekçî ji bo wan gotiye “çeteyên Ergenekonê.” Akin îdia kir ku derbarê wî de li ser medyayê gelek tişt xelet hatine nivîsandin û Yunus Şahîn ê ku şahid e û bûye wesîleya vekirina dozê di dîroka ku Tekçî hatiye kuştin de wî nebirine operasyonê û der barê vê yekê de qeyd tune ye.     ŞAHIDAN SÛCDAR KIR    Akin îdia kir ku îfadeyên leşkeran ên li ser wî û bersûcê din dane ne rast in. Akin îfadeyên leşkerên ku gotine wî Nezîr Tekçî kuştiye, bi “xeyal dibînin” sûcdar kir. Akin îdia kir ku wî tu carî Nezîr Tekçî nedîtiye û nekiriye binçavan û xwe bi gotina “ez bêsûc im” parast.    DAXWAZA GIRTINA BERSÛCAN HAT REDKIRIN    Bersûcê din jî parastina xwe kir. Piştre parêzerên malbata Tekç parastinê kirin û xwestin bersûc girtî bên darizandin. Dozger xwest daxwaza girtina bersûcan bê redkirn. Şandeya dadgehê daxwaza girtinê ya parêzeran red kir. Şandeya dadgehê biryara dewama qedexeya derketina derveyî welat a bersûcan da û danişînê taloqî 9’ê cotmehê kir.