Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî 2023-07-17 22:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.   Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin ba hev, di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de mîtîngek li dar xist. Çalakiya ku li Bahnhofplatzê hat lidarxistin, piştî deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê (CDK) Nûrşen Demîr di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em îro ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe li hev civiyan. Heta ku Rêbertiya me azad bibe, em ê li qadan bin.”   Siyasetmedar Mûsa Farîsîogûllarî jî anî ziman ku PKK bi pêşengiya ciwanan hatiye avakirin û wê bi ciwanan re dewam bike û got: “Em jiyana kapîtalîst qebûl nakin. Em ê her tim çanda xwe û ramanên Rêbertiya xwe esas bigirin û dewam bikin. Heta ku Rêberê me azad nebe ne pêkan e gelê Kurd azad bibe. Ji ber vê yekê heta ku Rêberê me azad nebe em ê her tim li kolan û qadan azadiya Rêberê xwe bigerin.”   Li çalakiyê daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Endama TCŞ’ê Hêvî Aydogmûş daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku gelê Kurd ji pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û wiha berdewam kir: “Şert û merc çi dibin bila bibin, ji xeynî berxwedanê ti çare nîne.Weke gotina Mazlûm Dogan, ‘Berxwedan jiyan e’. Em ciwanên Kurd heta Rêberê xwe, gelê xwe û welatê xwe azad nekin narawestin.”   Çalakî piştî banga tevlîbûna meşa navendî ya li Lozanê ku wê bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê bê lidarxistin, bi dawî bû.