Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel 2023-07-17 22:34:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li Amed, Xarpêt û Çewligê civînên gel li dar xist. Di civînan de guh li pêşniyaz û rexneyên welatiyan hat kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li navçeya Karaz a Amedê civîna gel li dar xist. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, endamên Meclisa PArtiya ya HDP'ê Erhan Barût, Hasan Kalae, parlementerê Amedê yê berê Îmam Taşçier û Hevşaredara Karazê Rojda NAzlier û gelek welatî tevlî civînê bûn.    XARPÊT   Li avahiya HDP'ê ya Xarpêtê jî bi beşdariya endama Meclisa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Nûrşat Yeşîl, Parlementera Dersimê Ayten Kordû, Parlementerê Çewligê Omer Farûk Hulaku û ji HDP'ê Omer Kûlpl û rêveberên navenda giştî hat lidarxistin. Gelek welatî tevlî civînê bûn.   ÇEWLIG   Li Çewligê jî civîna gel li avahiya HDP'ê ya bajêr hat lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê ÇEwligê Omer Farûk Hulaku, endama eclisa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Nûrşat Yeşîl, endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Mûstafa MEsût Tekîk, rêveberê HDP'a Êlihê Omer Kûlplû û gelek welatî tevlî civînê bûn.   Civînên gel bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hatin lidarxistin.    Di civînan de guh li pêşniyaz û rexneyên welatiyan hat kirin.