Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye 2023-07-18 09:02:49 ŞIRNEX - Şeniyên taxa Yeniyê yê ku bi salan e di her demsala havînê de ava wan tê qutkirin bertek nîşanî qeyûm dan û gotin: "Dema şaredarî di destê HDP'ê de bû ava me dihat. Lê niha nayê. Qeyûm ji şaredariyê dernakeve û me ne ditiye û em wî nas nakin. Heta îlonê av nadin gelo ma ev heqê xwedê ye?"    Li taxa Yenî û Turgut Ozalê ya girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê her demsala havînê, ava xelkê taxê tê birîn. Îsal jî di demsala havînê de ava wan hate birîn. Şêniyên taxê ku her sal rastî vê pêkanînê tên li tevî hemû daxwaz û hewledanên wan jî pirsgirêka wan a avê nayê çareserkirin.Welatiyên ku bi salan e bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimînin, di peydakirina avê de zehmetiyan dikêşînin. Jinên ku av di hewzên wan de nema ye zehmetiyê dikişînin.   'TAXA ME HEMÛ BÊAV MAYE'   Ji şêniyên taxa Yeniyê Halime Hezer (65) diyar kir ku pirsgirêka avê bi salan e nehatiye çareserkirin û wiha axivî: "Ev bi salane em vê pirsgêrîkê dikêşin. Her sala ku derbas dibe ji sala din xerabtire. Beriya meha remezanê heta niha ava kaniyê neketiye mala me. Bi tankeran avê ji me re tînin. Em dikin û nakin avê nadin me. Taxa me hemû bêave. Ji bo ku ev pirsgêrîka avê bê çareserkirin em çûn şaredariyê jî. Ji me re gotin, 'em ê çareser bikin' lê çareser nekirin. Tankerek avê anîn ewqas. Çareseriya wan ev bû. Me xwest em biçin bi şaredariyê re hevditin bikin lê nehiştin em bikevin hûndir.Av nebe jiyan nine, her tiştek ave. Av serê her tiştekî ye. Di vê taxê de ev 5 salin ava me nayê. Em hatine vê taxê heta niha ava me nayê. Av nine ku em kincên xwe bişon, hewşa xwe bişon, firaqên xwe bişon. 2 roj beriya niha jî hatin heqê avê xwestin.  Me jê re got, 'ava ku me bikar ne anî ye em ê çawa pereyê wê bidin?' me ji wan re got em heqê avê nadin. Mirov dikare birçî bimîne lê mirov nikare tî bimîne."   'DEMA HDP'Ê AVÊN ME DIHATIN'   Fatma Beldek (67) jî bi lêv kir ku qeyûm yek carê jî li pirsgirêkên wan guhdar nekiriye û wiha got: "Ev çend sal in em di vê taxê de bi pirsgirêka avê rû bi rû dimînin. Ji ber nebûna avê tu jiyana me nema. Em nizanin meseleya nedayîna avê çiye û çi dozê dikin. Hema me zanîba ku çima nadin me. Em kengî biçin ji me re dibêjin, 'cihê we bilinde ji ber wê av tune ye' cihê me bilinde ma wane jî bilind in. Avê li ser me dibirin û li ser yên din de vedikin. Ji ber vê nebûna avê tu jiyana me nema. Ev 30 salin ez di vê taxê de me û qasî ku tê bîra min di vê taxê de ev pirsgirêk heye. Beriya niha xeteke kevin hebû av dihat. Lê çiqasî serokên şaredariyê  biguherin dayin û nedayina avê jî diguhere. Kîjan serokê şaredarî bê ji yê din xerabtire. Dema ku di destê HDP'ê de bû ava me dihat. Dema ku nedihat em diçûn me jê re digot dihatin çareser dikirin. Lê yê niha ji şaredariyê dernakeve û me ne ditiye û em nas nakin. Darê me hemû ji ber tîbûnê hişk bûn. Heqê wan nine wiha dikin. Hema her gotin,' av nayê av nine' lê îsal av hebû. Ava Hespistê girtin da ku ji navçeyê re bê. Lê ji me re jî av nehatiye. Ev av ku ve çû? Daxwaziya me ew e ku şaredarî bikeve nav gel û pirsgirêkên gel guhdar bike. Em diçin şaredariyê dibêjin qeymeqam li Enqerê ye. Çi karê wî li Enqereyê heye? Bila li vir di nava gelê xwe de bigere."   HETA MEHA ÎLONÊ AVÊ WAN NAYÊ   Behiye Dogan (50) jî bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêka avê da û got: "Ev 30 sal in em di vê rewşê de ne. Çareseriya wan bi tankeran av vekişandine. Tankerek didin û piştre dibêjin heftiyekî neyên. Hewa germe û rewş nebaşe. Mirov nikare serê xwe bişo, firaq bişo û baxçeyê xwe av bide. Jiyana mirovî hemû li ser avê ye. Heke ku av nebe ma jiyan heye. Em dixwazin ku vê pirsgirêk jî çareser bikin. Em vê pirsgirêkê her carê dibêjin û ji me re dibêjin em ê çareser bikin, lê çareser nakin. Heta meha îlonê em di vê rewşê de ne. Em payîzê çi ji avê bikin, ji xwe baran dibare. Em çend roj beriya niha çûna şaredariyê. Me xwest derdê xwe bibêjin nehiştin em bikevin hûndir. Ji me re gotin,' ev pirsgirêke çareser nabe' em ava hewzê pêdiviyên xwe pêk tînin. Ev av jî qirêje û nexweşî jê çêdibe. Em dixwazin ku ava me berdin, çareser bikin. Tiştê me hemû hişk bûye. Bila vana lê bidin, 2 seatan jî bidin bese. Em dixwazin ku ava me bidin."