8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin 2023-07-18 09:12:41   RIHA - Di ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Hiqûqnasan diyar kir ku hê jî bersûcek nehatiye darizandin û gotin ku divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê bê darizandin.    Piştî ku desthilata AKP'ê di neçareserkirina meseleya kurd de israr kir û di sala 2015'an de vegeriya polîtîkayên şer, êrişên DAIŞ'ê jî zêde bûn û di van êrişan de bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî ciwanên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ'ê êrişeke bombeyî pêk anî. Di vê êrişa DAIŞ'ê de 33 kesan jiyana xwe ji dest da û 104 kes jî birîndar bûn. Lê belê doza der barê êrişê de bêyî ku kiryarên rasteqîn bên dîtin, di dnaişîna dawî ya di 22'yê cotmeha 2021'ê de 34 caran cezayê muebeda giran li Yakûp Şahîn hat birîn (ku ji ber Komujiya Gara Enqereyê girtiye) û dosye hat girtin.    Lê belê darizandina ji bo bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome. Danişîna 5'an a ji bo bersûcên firar jî dê di 5'ê kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bê lidarxistin.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê yê berê Mûstafa Vefa darizandinên ku di 8 salan de hatine kirin nirxandin.    POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku heya niha têkildarî Komkujiya Pirsûsê darizandineke çalak nehatiye kirin û divê li ser bombekarê Pirsûsê Şeyh Abdûrrahman Alagoz û yên ku wî anîne wir û yên ko bombeyê peyde kirine bê nîqaşkirin. Oncel bilêv kir ku divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Di danişîan dawî de DAIŞiyekî ku wekî şahid hat guhdarkirin, got ku di bin kontorlkirin leşkeran de bi rihetî sînor derbas dikirin. Leşkerên dewletê ji bo çûnhatine DAIŞiyan xwe li nedîtinê danîn. Belkî di warê lojîstîkê de jî piştgiriya wan hatibe kirin. Piştî Pirsûsê gelek teqîn jî çêbûn. Lewma divê polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê ya di vî warî de bê nîqaşkirin. Ger polîtîkayeke wiha ya dewletê tuen bûya, belkî teqîna li Pirsûsê û gelek teqînên din ên piştî wê çênebûna. Divê ji darizandina kesên ku rê li ber polîtîkaya DAIŞ'ê ya dewletê xistin dest bi darizandinê bê kirin."    DAXWAZA JI BO GUHDARKIRINA LI DAVÛTOGLÛ   Oncel ragihand ku daxwaza wan a ji bo guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû bi israr nehatiye qebûlkirin û got ku piştî êrişê bi demekê nasnameya êrişkar Şeyh Abdûrrahman Alagoz ji aliyê rayedarên midûriyeta polîsan ve hat eşkerekirin. Oncel wiha domand: "Li holê darizandineke ku i zûde didome heye. Lê darizandineke şikşî ye. Em naxwazin hêvîşkestî bibin. Em hêvî dikin ku dê rojekê li Tirkiyeyê êrişên wiha tarî bên zelalkirin. Ev niha ne pêkan e, lê helbet wê rojekê pêkan be. Tebîeteke rastiyê heye ku kîjan roj be dertê holê. Dê paşperdeya van cinayetan bê lêkolînkirin û dê kiryar bên darizandin. 8 sal derbas bûn, lê 18 sal jî derbas bibin em wekî baro em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin. Ji lew re berprisiyereke me heye ji bo 33 ciwanên qetilkirî   KURSIYA BERSÛCAN VALA YE!   Hevseroka OHD'a Rihayê Meral Halat jî bal kişand ser paşguhkirinên rayedarên dewletê û got: "Di seranserê darizandinê de paşguhkirina rayedarên dewletê heye ku peywir û berprisiyariyên xw eîhmal kirin. Darizandin di ser 2 kesên firar û kesekî ji ber dozeke din girtî tê kirin. Lê belê em dizanin ku kiryar ne sê kes tenê ne. Me di seranerê dozê de tu kesî li ser krusiya bersûc nedît. Daxwazeke sereke ya malbatan jî ev bû. Qaşo darizandinek tê kirin. Dadgeh, dozger û parêzer hene, lê darizandineke rasteqîn tune ye. Lê dîsa jî malbat tu carî dest ji dozê bernedan. Her malbat ji bajarên dûr tên tevlî danişînê dibin û xwedî lê derdikevin."    BANGAWAZÎ   Hevserokê ÎHD'a Rihayê yê berê Mûstafa Vefa jî destnîşan kir ku doz ji roja ewil ve bi bêhiqûqiyan re rû bi rû maye û got ku di dosyeya komkujiyê de polîtîkaya bêcezatiyê tê pêkanîn. Vefa bal kişand ser daxwazên malbatan ên ji bo dozê û got: "Daxwazên malbatan mirovî û wijdanî ne. Bila her kes vê dosyeyê bişopîne û heya edalet pêk bê li cem malbata bin."    MA / Emrullah Acar