Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin! 2023-07-18 12:48:48   COLEMÊRG - Parêzer Harîka Gunay Karataş a ku ji ber ji fermandarê leşkeriyê re gotibû “fermandarê îşkencekar” hat darizandin û da zanîn ku gotina “fermandarê îşkencekar” ne sûc e.    Li navçeya Colemêrgê ya Geverê di sala 2022’yan de li hin gundan operasyona leşkerî hatibû kirin û 13 kes hatibûn binçavkirin. Parêzer Harîka Gunay Karataş û Firat Îke ji bo miwekîlên xwe bibînin çûn Femandariya Leşkeriyê ya Geverê. Leşkeran li parêzeran da û wan ji fermandariyê derxistin. Parêzer Harîka Gunay Karataş di bernameyek televîzyonê de axivîbû û diyar kiribû ku fermandarê leşkeriyê yê li Geverê B.K. fermana îşkenceyê daye. Ji ber ku Karataş ji fermandar re gotiye “fermandarê îşkencekar” bi îdiaya “heqareta li wezîfedarê cemaweriyê” doz lê hat vekirin. Danişîna doza Karataş li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê hat lidarxistin. Karataş û parêzerên xwe tev li danişînê bûn.    ‘ÎŞKENCE RASTIYA TIRKIYEYÊ YE’    Karataş anî ziman ku îşkence êdî bûye rastiya Tirkiyeyê û got: “Gotina fermandarê îşkencekar ne sûc e. Çimkî îşkence kiriye û ji ber sûc kiriye, ew gotin bo wî tê gotin.”    Piştî parastinan şandeya dadgehê danişînê taloqî 23’ê cotmehê kir.