Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e 2023-07-18 12:56:10   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku girtiyên siyasî ku li derveyî vesazkirina înfazê ya di kome qanûna AKP’ê de cih digire, li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e û wiha got: “Bi awayekî aşkere cihêkarî ye.”   Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de, pêşnûmeqanûna AKP'ê ku gelek rêziknameyên weke zêdekirina mûçeyên teqawîtan, memûran, baca zêde ya wesayîtên bi motor û vesazkirina înfazê ya ji bo hikumxwariyên di destûra pandemiyê cih digirin, hat qebûlkirin. Partiyên mûxalîf li dijî naveroka xalên qanûnê û pêvajoya qanûnbûna wê nerazîbûn nîşan dan. Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Îyî li dijî qanûnê derketin û şerh danîn.   Xalên di vesazkirina înfazê ya di kome qanûnê de ku bi pêşniyarnameya AKP’ê hate rojevê balê dikişînin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: “Ev vesazkirin ne sazûmana 'efûyê ye'. Efû vesazkirineke ku bi hemû encamên xwe ceza ji holê radike ye. Di vesazkirina ku hatiye qebûlkirin de ev e ku cezayê mayî yê mehkûmên ku di destûra Kovîd-19’ê de ne û heta demeke diyar mayî ji bo dema berdanê ya bi şertê kontrola edlî were dayîn.”   Xalên di vesazkirina înfazê de cih digirin wiha ne:    “*Hikumxwarên li ser destûra Kovîd-19’ê ku 5 sal an jî kêmtir mayî bi şertê edlî mane, wê venegerin girtîgehê û dema mayî jî bi şertê kontrola edlî derbas bikin.   * Hikumxwarên li girtîgehan dimînin an jî qismekî cezayê xwe li girtîgehê derbas kirine jî bi şertê ku di halekî baş de bin dikarin 3 sal zûtir biçin girtîgehên servekirî.   * Her wiha ev hikumxwarên li gorî demên cezayên xwe bi şertê herî kêm 3 mehan bimînin di girtîgeha servekirî de, dikarin 3 salan zûtir bi şertê kontrola edlî derkevin."   ‘LI DIJÎ RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE’    Kesên ji sûcên cînayet, dîzî, zayendî û tiryakê ceza girtine dê di çarçoveya “vesazkirinê” de sûdê jê bigirin, lê girtiyên siyasî sûdê jê nagirin. Ev yek jî bû sedema bertekan. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan bertek nîşanî vê cihekariyê da û anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku derveyî vesazkirina înfazê ya di kome qanûna AKP’ê de cih digire, li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e.    ‘BI AWAYEKÎ AŞKERE CIHEKARÎ YE’    Bozan, diyar kir ku di guhertinên beriya niha yên di dema AKP’ê hatin kirin de nîqaşên bi heman rengî rû dan û wiha berdewam kir: “Dervehiştina girtiyên siyasî ya di vesazkirina înfazê de bi rengekî vekirî û zelal cihêkarî ye. Girtiyên ku ji çarçoveya guhertinên di qanûna înfazê de tên kirin bêpar tên hiştin, ne tenê rastî cihêkariyê tên, di heman demê de bi biryarên keyfî yên ne hiqûqî yên desteyên îdarî û çavdêriyê re pêşî li berdana wan tê girtin û taloqkirin. Ji bo ku girtiyên siyasî jî karibin ji rêkûpêkiya hiqûqî ya li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn sûd werbigirin têkoşîna me wê bidome.”