Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne 2023-07-18 14:52:20 RIHA - Malbata Şenyaşar ragihand ku wan li ser neberdana Fadil Şenyaşar biryar girtiye ku dê çalakiya Nobeda Edaletê bibin Enqereyê.  Malbata Şenyaşar û parêzeran piştî danişîna dozê li Edliyeya Meletiyê hat lidarxistin, li ber edliyeyê daxuyanî dan. Di danişînê de biryara ku Malbata Şenyaşar li bendê bû ku Fadil Şenyaşar bê berdan, dîsa nehat berdan.    Parêzer, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê tev li daxuyaniyê bûn.    ‘DELÎL Û KUJER HATIN VEŞARTIN’   Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran axivî û destnîşan kir ku ew ji destpêkê ve dibêjin ev qetlîam di bin berpirsiyariya îktidarê de ye û delîl, faîl û kujerên vê qetlîama hovane hatin veşartin.    NOBED DÊ LI ENQEREYÊ BERDEWAM BIKE   Ferît Şenyaşar ji Ajansa Mezopotamya re axivî û ragihand ku birayê wî Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan û li ser vê neberdanê biryar girtine ku dê çalakiya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî kirin, dê bibin ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Şenyaşar got ew ê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînin.