Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin 2023-07-18 15:55:52 WAN - Baroya Wanê, OHD û TUHAY-DER’ê têkildarî Girtîgehên Behrareş û Serhedê raporek aşkere kirin û destnîşan kirin ku di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin.    Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER),  “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên li Serhed û Herêma Behrareş diqewimin” bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê aşkere kirin. Parêzer Sîmîn Atabay a naveroka raporê parve kir bal kişand ku li Tîpa T a Bafra, Tîpa S a Kavak a Samsunê, Tîpa L a Espiye a Gîresûnê, Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa M a Baybûrt, Tîpa H a Erzîromê, Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên hejmarên 1 û 2 yên Dûmlûyê, Tîpa L a Rîzeyê û Tîpa T ya Oltû ya Erzîromê gelek binpêkirinên mafan diqewimin.    GIRTÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN   Atabay, diyar kir ku girtî û hikumxwarên daxwaza sewqa nexweşxaneyê dikin an dereng dibin an jî qet nabin û wiha got: “Li hin girtîgehan her çend dereng sewq bikin jî ji ber ferzkirina leşkeran a lêgerîna nava dev an jî mûayeneya bi kelemçe ya bijîşkî, girtî ji ber li dijî rûmeta mirovahiyê ne vê pêkanînê qebûl nakin. Ji ber vê yekê girtî bêyî mûayene bibin dibin girtîgehê. Girtiyên di raporê de navê wan derbas dibe ji me re ragihandine ku ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev a leşkeran girtiyan nabin nexweşxaneyê.”   KOTAYA PIRTÛKAN HEYE   Atabay, da zanîn ku li girtîgehan di navbera 3 û 10’an de kotaya pirtûkan tê sepandin, li gelek girtîgehan pirtûkên kurdî nayên dayîn û wiha berdewam kir: “Li temamî girtîgehên ku di rapora me de cih digirin hate ragihandin ku rojnameyên rojane yên weke Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nadin girtiyan û hin qenalên televîzyonê yên mûxalîf jî nayên nîşandan. Hate diyarkirin ku gelek nameyên tên şandin nayên dayîn, heta hinek ji wan tên sansurkirin û tên dayîn û bi taybetî nameyên bi kurdî bi hinceta tercuman nîne nayên danîn, nameyên ku bi vegera qeydkirî neyên şandin, rêveberî nameyan nagihîne malbatan, ji ber vê yekê girtî neçar dimînin ku nameyan bi vegera qeydkirî bişînin.”   PIRSGIRÊKA XWARINÊ    Atabay, qala pirsgirêka xwarinê ya girtî û hikumxwaran kir û wiha lê zêde kir: “Hate ragihandin ku xwarin têrker nînin û gelek kêm tên dayîn, li hin girtîgehan jî xwarin qasî ku nikare bê xwarin nebaş e û şert û mercên paqijiyê nayên pêkanîn. Hate diyarkirin ku bihayên qantînê zêde ne û cureyên wê gelek kêm in, ji ber vê yekê gelek girtî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û destûr nayê dayîn ku pêdiviyên girtiyên rewşa wan a aboriyê nebaş e ji aliyê girtiyên din vê bên pêşwazîkirin.”   ‘GIRTÎ TÊN TECRÎDKIRIN’    Atabay, diyar kir ku girtî tên tecrîdkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyê din li temamî girtîgehên serdana wan hate kirin aktîvîteyên qûrs, atolye, spor û hwd. ên ji ber pandemiyê hatine qedexekirin, tevî pandemî bi dawî bûye jî hêj qedexe ne û tenê destûr tê dayîn ku mehê careke aktîvîteya fûtbolê bê kirin. Girtiyên pê re hatine axaftin anîn ziman ku mafê telefona bi dîmen nadin wan, daxwaza wan bi hinceta binesaziya wê nîne nayê qebûlkirin lê girtiyên edlî ji vî mafî sûdê digirin. Dîsa ji aliyê girtiyan ve hate ragihandin ku li gelek girtîgehan her meh çend caran lêgerîna odeyan tên kirin ev yek derketiye derveyî armancê, ji bilî lêgerîna tiştekî qedexe ode tên belavkirin û hemû tişt tên belavkirin, di legerîna odeyan te nîzama leşkerî li girtiyan tê ferzkirin.”   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Atabay, a bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Bi taybetî divê ji girtiyên nexweş re şert û mercên guncaw ên tedawiyê bên peydakirin. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de pêkanînên wekî lêgerîna nava dev û ferzkirina muayeneya bi kelemçe ya li ser girtiyên sewqî nexweşxaneyê tên kirin, divê tavilê bên rawestandin. Bi taybetî girtiyên li girtîgehên ewlehiyên bilind tên ragirtin ji bo tenduristiya laş û ruhê wan divê demekî dirêj tenê neyên hiştin. Nekirina xebatên qada hevpar ên girtiyan ku bi pêvajoya pandemiyê dest pê kirin, bû sedem ku şertên tecrîdê ku girtî tê de ne girantir bibin û tevî gefa pandemiyê kêm bûye û li her derê bergirî hatine rakirin jî qedexe didomin. Divê qedexe bên rakirin.”   ‘DIVÊ LIJNEYÊN ÇAVDÊRIYÊ BÊN RAKIRIN’    Atabay, bi lêv kir ku divê sînordarkirina amûrên ragihandinê û qedexe bên rakirin û wiha domand: “Divê kotaya pirtûkan a tê sepandin bê rakirin, rojnameyên qanûnî yên tên daxwazkirin bên dayîn, divê qenalên tên daxwazkirin bên vekirin. Navendên Senifandin û Çavdêriyê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandinê ya Hikumxwaran û îdareyên girtîgehan ên li dijî hiqûqê li dijî girtiyan bi rayeyên bêsînor hatine peywîrdarkirin û pêkanînên ku biryarên keyfî didin pêk tên. Divê rayeyên van lijneyên bên rakirin.” Atabay, anî ziman ku Enes Bîlgen ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafrayê ye pirsgirêkên wî yên gurçikê hene, hema bêje her şev radibe, vedireşe, bi zorê xwarinê dixwe û di van çend mehên dawî de pir lawaz bûye. Atabay, da zanîn ku ji ber pêkanîna lêgerîna nava dev didome Bîlgen naçe saziyên tenduristiyê û rewşa wî her ku diçe nebaş dibe.   ‘PÊKANÎNÊN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ’    Atabay, bi lêv kir ku Azîz Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê tê ragirtin nexweşê Crohnê ye, divê di şertên normal de mehê carekê biçe nexweşxaneyê li ji ber pêkanînên heyî 2 meh in nikare biçe nexweşxaneyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji me re hate ragihandin ku ji makata girtiyê nexweş xwîn tê û her tim ji ser hişê xwe diçe. Xuyaye ku pêkanîna lêgerîna nava dev bidome wê rewşa tenduristiyê ya Yalçin her ku biçe nebaş bibe. Ji me re hate ragihandin ku girtiyê bi navê Yahya Guneş ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin nexweşê penceşêra kezebê ye û rewşa wî ewqas nebaş e ku ketiye nav nivînan. Hewceye Guneş bibin nexweşxaneyeke baş û demildest sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Li dijî qanûnan e ku bi dehan girtiyên nexweş ên wekî van ji ber pêkanînên ku li dijî rûmeta mirovan e re yên weke lêgerîna nava dev sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Ji ber xwe gihandina mafê tenduristiyê tê sînorkirin di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin.”