'Dewletê zarokên me kuşt in' 2023-07-19 09:01:06 STENBOL - Mehmet Ozkan ku kurê wî Ûgûr Ozkan di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin û got: "Dewletê zarokên me kuşt in."  Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê ji kesên ku ji bo pêlîsyokan ji zarokên Kobanê re bibin bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li hev kom bûn, 33 kes qetil kiribû û 104 kes jî birîndra kiribû. Piştî komkujiyê malbat ji bo edaletê her meh li hev kom tên û daxwazên xwe bilêv dikin, lê belê hê jî kursiya bersûcan vala ye. Mehemt Ozkan ku kurê wî Ûgûr Ozkan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, xwest kiryar bên darizandin û cezakirin.    Mehmet Ozkan ku ji Cizîra Şirnexê ye, anî ziman ku xwestiye navê Hozan Hogir li kurê xwe bike, lê belê di fermiyetê de ev nav nehatiye qebûlkirin û ji bêgavî navê Ûgûr li kurê xwe kiriye.    ‘HOGIR TIM LI PÊŞ BÛ'   Ozkan diyar kir ku haya wî jê tune bûye ku kurê wî çûye Pirsûsê û piştî ku pê hesiyaye çûye telefonî wî kiriye û got: "A din a rojê, gava ez li malê bûm cîranê me hat û pirsî ka Hogir çûye Kobanê yan na. Cîranê me pê hesiyabû ku bombe teqeiyaye, lê ji min re negot. 2 deqe bi şûn de, xwişak wî telefonî min kir û got, 'televîzyonê veke, li Pirsûsê bombe teqeiyaye.' Gava min televîzyonê vekir ewilî ez çav bi wî ketim. Wê kêliyê dêya wî hat, li etlevîzyonê mêze kir. Di televîzyonê de çav bi Hogir ket û got ew e. Helbet min fêm kir ku Hogir şehîd ketiye, ji lew re tim li pêş bû."    Ozkan bilêv kir ku piştî komkujiyê cenazeyê kurê xwe wergirtiye û ew li Cizîrê defin kiriye.    ‘DEWLETÊ ZAROKÊN ME KUŞT IN'   Ozkan anî ziman ku komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin û got: "Dewletê zarokên me kuştiye, lê dixwaze ser wê bigire. Divê gelê me xwedî li me derkeve. Bila me bi tenê nehêlin. Divê em dest ji vê dozê ebrnedin. Ev ne dozeke ji rêzê ye. Ji bo xerakirian pêvajoya çatreseriyê vêd ozê kirin. Em bûn mexdûrên aştiyê. Ji lew re wan plan û projeyên xwe kir û xistin stuyê me. Dewletê ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê serî li vand ek û dolaban da."    Ozkan gotinên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû yên der baêr komkujiyê de bibîr xistin û got ku bila Davûtoglû îfadeyê bide.    ‘JI BER KU EM DOZA EDALETÊ DIKIN EM TÊN SÛCDARKIRIN'   Ozkan destnîşan kir ku ew ji bo her kesî doza edaletê dikin û got ku ew di hemû çalakiyên xwe de vê daxwazê bilêv dikin. Ozkan anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo edaletê sûc tên ehsibandin û got: "Li gor wan kî doza edaletê bike ew sûcdra e. Em dane be rlêpirsînê. Bi hinceta ku min heqaret li dadgehê kiriye min 3 caran îfade da. A rast em heqaret nekir. Di dema dadgehê polîs û leşkeran fîşek dan ber devê çekê û êrişî me kirin. Min ji efser re got'Em jî mirov in. Agir bi kezeba me ketiye û hûn radibin hewl didin em bi zora çekê ji vir derxînin.' Wê rojê hindik mabû krîzê li dilê min bixistaç Min jî ji dadger re got, 'W eli vir hem em mexdûr kirin hem jî we xwe rezîl kir.' Ji ber ku me ev gotin gotin em dan ber dadgehê. Lê dadge rji bo kiryar got 'tu dikarî mafê xw eyê bêdengiyê bi kar bînî.' Ma ya ku dadger got ne heqaret e*"    MA / Omer Îbrahîmoglû