Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin 2023-07-19 09:18:58   ÎZMÎR - Ekrem Karakoç anî ziman ku ji bo ewlehiya keça xwe Dîlan Karakoç ku li Menemenê hat girtin û li qawîşa girtiyên edlî de tê girtin bifikar e û got ku heya niha gelek caran gef li keça wî hatine xwarin.    Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Karakoç ku di 8'ê hezîranê de li navçeya Menemen a Îzmîrê hatibû binçavkirin û di 9'ê Hezîranê de jî bi sûcê "peydakirina çeka biteqemenî" hatibû girtin, li girtîgehê di nava girtiyên edlî de tê girtin. Karakoç di Girtîgeha Şakranê ya Jinan de ye. Malbata wê ji ber ewlehiya wê bifikar e.    Bavê Karakoç, Ekrem Karakoç ragihand ku keça wî berî bê girtin gelek caran gef lê hatine xwarin û got ku ev egfxwarin di sala 2017'an de dest pê kirine. Karakoç wiha got: "Dixwestin ez zarokên xwe bibînim û wan bînim. Belkî deh caran hatin mala me. Malbatên li Amedê li ber HDP'ê mînak nîşan didan û digotin, 'bibin wekî wan.' Digotin, 'bi me re bixebite, em zarokên et bînin, em ê ji bo zarokên te karekî peyde bikin, em ê di warê aborî de alîkariya te bikin.' Carekê jî min wan pirsî, 'hûn doza çi li min dikin?' Ji min xwestin ez bibim sîxur. Lê min tu carî bi ya wan nekir."    'KOMPLO ANÎN SERÊ KEÇA MIN'   Karakoç destnîşan kir ku piştî ku ferzkirinên wan qebûl nekiriye vê carê jî gef lê hatine xwarin û got ku keça wî jî gelek caran hatiye binçavkirin. Karakoç wiha domand:" 2 sal berê Dîlan hat binçavkirin. Piştî ku ji binçavan derket, vê carê kesên ku gotin ji îstixbaratê ne gazî min kirin û gotin, 'Dosyeyên evkirî yên Dîlanê hene. Ger tu alîkariya me bikî, em ê van dosyeyan bigirin.' Min ji wan re got, ez ê tiştekî wiha qebûl nekim. Piştî vê tim bi Dîlanê gef li min xwarin. Herî dawî jî midûriyeta polîsan komployek anî serê keça min."    Karakoç bilêv kir ku roja ku keça wî hatiye binçavkirin bi tundiyê re rû bi rû maye û di binçavan de av jî nedane wê û paşê demildest hatiye girtin. Karakoç da zanîn ku gava keça wî hatiye girtin roja ewil ew xistine nava girtiyên siyasî û got: "Roja duyemîn gazî wê dikin û dibêjin 'parêzerê te hatiye' û wê dibin qawîşa girtiyên edlî. Li qawîşê 35 kes hene û kes nizane bê kî ji ber çi hatiye girtin. Kesên li wir tim jê re dibêjin 'tu ji ber çi hatiyî girtin'. Ew jî dosyeya xwe nabêje. Keça min ditirse, naçe cihê hevpar, xwarinê naxwaze û bi kesî re naaxaive. Gava di televîzyonê de der barê kurdan de tiştek dertê yên li wir heqaretê dikin. Li wê qawîşê ewlehiya keça min tune ye."    'EM Ê DEST JI NASNAMEYA XWE BERNEDIN'   Karakoç diyar kir ku ji heman dosyeyê 7 kes girtî ne û got ku her 6 girtiyên din di qawîşên siyasî de dimînin. Karakoç bilêv kir ku ya hatiye kirin komplo ye û got: "Jixwe tu sûcekî keça min tune ye. Gava min teklîfên wan qebûl nekir, komplo anîn serê keça min. Berî keça min bê binçavkirin em bi hev re li malê bûn, me bi hev re xwarin xwar û çayê vexwar. Ew çû odeya xwe raza. Dixwazin me ji nasnameya me ya kurdbûnê dûr bixin. Lê dê negihêjin mexseda xwe. Bi girtina min û Dîlanê dê niakribin vîna me bişikînin. Ev girtin tenê ji bo çavtirsandinê ne. Lê gava mirov tê girtin wêrektir dibe."    Karakoç xwest qawîşa keça wê bê guherandin û got: "Yan demildest wê ebrdin an jî qawîşa wê biguherînin. Ger ev neyê kirin û tiştek bê serê keça min berprisê vê dozgerê girtîgehê û rêveberiya gritîgehê ye. Ger wiha nekin ez ê biçim ber girtîgehêd axuyaniyê bidim. Heke bivê ez ê ji bo keça xwe dest bi greva birçîbûnê jî bikim."    MA / Tolga Guney