Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin 2023-07-19 10:04:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku zarokên wan 8 sal berê di Komkujiya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, destnîşan kirin ku têkoşîna wan a edaletê didome û xwestin faîlên esas yên komkujiyê bên darizandin.    Ciwanên ku ji bo pêlîstokan bibin Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûbûn Pirsûs a Rihayê, di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin. Di encama êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin û 104 ciwan jî birîndar bûn. Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Di doza têkildarî êrişa bombeyî hate vekirin de di 22’yê cotmeha 2021’an biryar hate dayîn. Di biryarê de 34 caran cezayê hefsê yê muebbeta girankirî dan yekane bersûc Yakûp Şahîn ê ji Komkujiya Gara Enqereyê girtî ye û ser dozê hate girtin. Malbatên ku di komkujiyê de zarokên xwe winda kirin ji aliyekî têkoşîna xwe ya edaletê didomînin li aliyê din jî dixwazin faîlên rast bên darizandin.    HER ROJ LI SER GORA KURÊ XWE YE   Malbata Suleyman Aksû yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî yek ji malbatên têkoşîna edaletê dide ye. Cenazeyê Suleyman Aksû, li bajarê wî navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin. Gora Aksûyê heta niha faîlên wî nehatin aşkerekirin 7 caran hate texrîbkirin. Dayika Aksû, Kûdret Aksû, tevî 8 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne jî her roj serdana gora kurê xwe dike. Dayik Aksû, anî ziman ku faîlên rast nehatine aşkerekirin û nehatine darizandin. Aksû, diyar kir ku ji ber xerakirina gora kurê wê ya ji aliyê polîsan ve rojê du caran diçe ser gora kurê xwe û wiha got: “Ji wê rojê û vir ve ez nikarim bi rehetî razêm." Dayik Aksû diyar kir ku yekane daxwaza wê dîtina failên kurê wê û hevalên wê yên hatine qetilkirin e û wiha lê zêde kir: “Kujerên rastî li dadgehên ku em 8 sal in diçinê nehatin dîtin. Weke ku kurê min Suleyman ‘endamekî rêxistinê’ ye bêbextî lê kirin, lê kurê min bi tenê mamosteyekî ingilîzî bû.”   8 SAL IN FAÎLAN DIGERE   Aksû bi lêv kir ku edalet nîne û wiha berdewam kir: “Bila êdî kujerên Suleyman bibînin. 8 sal in hemû jiyana min bi lêgerîna kujerên kurê min derbas bû. Ez tenê li ser difikirim û ji xwe dipirsim bê ka çima kurê min hatiye qetilkirin. Çavên min her tim li deriyê û hêvî dikim ku kurê min were. Ev 8 sal in ez bi xeyala ku kurê min bikeve hundirê malê dijîm. Ji ber ku Suleyman tiştek nekiribû. Suleyman çûbû wê derê da ku pêlîstok, pênûs û lênûskan ji zarokan re bibe. Li gel Silêman çek tunebû, pêlîstok hebûn. Ev 8 sal in min Suleyman bi me re nedîtiye, min ew li cem hevalên wî nedîtiye.”   Aksû got ku “ez dayikek im, bila kujerên Suleyman bînin hemberî  min û bêjin ka kurê min çima qetilkirine da ku ez jî bizanim” û anî ziman ku 8 sal in tu gav nehatine avêtin û kujerên 33 zarokên wê nehatine dîtin. Aksû, da zanîn ku kurê wê bi rojan bi kelecan bû ku biçe Pirsûsê û bi lêv kir ku bi rojan li navçeyê pelîstok komkirin.    ‘EZ Ê LI PEY DOZÊ BIM’     Aksû, diyar kir ku kujerên rast ên kurên wê û 33 rêwiyên xeyalan li der ve ne û vegot ku 8 sal in di nava lêgerîna edaletê de ye û rojê du caran diçe serdana gora kurê xwe. Aksû, destnîşan kir ku heta mirinê wê weke dayikeke aştiyê bijî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ê weke dayikeke aştiyê heta mirinê li pey doza kurê xwe bim. Heta ku kujerên kurê min nîşanî min nedin wê hêviyên min bi dawî nebin. Edalet bin ax kirine ji wir dernaxînin. Heke edalet hebe bila kujerên kurê min bînin vir.”   LI REX HEV HATIN VEŞARTIN    Mûrat Yûrtgul (24) û Emrûllah Akhamûr (25) ku di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji navçeya Qoser a Mêrdînê ku lê bi hev re mezin bûn, ber bi Kobanê ve ketin rê. Yûrtgul û Akhamûr ên ji zarokatiya xwe ve bi hev re bûn bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ketin rê û di rê de hatin qetilkirin. Malbatên Yûrtgul û Akhamûr ku li navçeya Qoserê li rex hev hatin veşartin jî lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.    WEKE BIRAYAN MEZIN BÛN     Dayika Mûrat Yûrtgul, Şemsa Yûrtgul, kurê xwe û hevalê wî Emrûllah vegotin û xwest faîlên esas derkevin holê. Yûrtgul, da zanîn ku kurê wê Mûrat û Akhamûr weke du birayan bi hev re mezin bûn û anî ziman ku dema kêmasiya yekê çêdibû yê din temam dikir. Yûrtgul, anî ziman ku kurê wê hem mereqdarê xwendinê bû hem jî hesasiyeta wî ya ji bo kurdî hebû û diyar kir ku girîngî dida ku nava malê bi kurdî were axaftin. Yûrtgul, da zanîn ku dema kurê wê jê re got dê biçe Kobanê ewilî matmayî ma lê pişt re wê jî xwest pê re biçe û wiha got: “Min nedizanîn ku jin jî bi wan re ne. Min got tenê mêr û ciwan diçin. Min zanîbûya jin jî diçin ez jî da biçim. Pişt re dema hîn bû ji min re got ‘dayê fitika te heye’. Em her du jî bêdeng man. Ne min israr kir ne jî wî tiştekî din got. Min dizanî ku dewletê destûr daye wan û kaxizên wan ên destûrê hene. Wisa derketin rê û pişt re ev bûyer çêbû.”    ‘ME EDALET NEDÎT’    Dayik Yûrtgul, bal kişand ku di pêvajoya darizandinê de her tim diçûn û dihatin dadgehê û wiha berdewam kir: “Ewqas em dibêjin vedibêjin weke ku ji dîwar re dibêjin. Dadger û dozger weke ku li me guhdarî dikin tevdigerin û dengê xwe nakin. Dizanin ku em mafdar in. Heta niha kujer dernexistin holê. 33 ciwan; mamoste, bijîşk, parêzer, nivîskar, psîkolog…hemû qetilkirin. Nikarin kujerên van bibînin? Me bi tu awayî ji vê dewletê edalet nedît. Em kujeran dixwazin.”   Yûrtgul, da zanîn ku 10 deqîqeyan beriya komkujiyê bi kurê xwe re axivî û diyar kir ku beriya teqînê girse hatiye sekinandin û her tişt hatiye amadekirin. Yûrtgul, bal kişand ku kamera hatine girtin û wiha pê de çû: “Diviyabû çi bû çi nebû di kamerayan de hatibûya xuyakirin. Kamera hemû girtin. Personelên navenda çandê derxistibûn, peywîrdar ji wir dûr xistibûn û pişt re jî bombeyê zindî xwe teqand. Beriya wê hatibû plankirin. Herkesê dizanî. Kesekî bi tena serê xwe ev tişt nekir. Li pişt wan kesên bi hêz hebûn.”     ‘DI DERIYÊ PIŞTÊ RE BERDAN’     Yûrtgul, destnîşan kir ku li pey faîlan bernade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîl hatin li ku razan? Li ku xwarin xwarin? Li ku xwe veşartin. Divê hemû bên aşkerekirin. Madem DAIŞ’ê wiha kir, wê demê çima dewlet li pişt DAIŞ’ê disekine? Dema roja bûyerê em çûn wê derê polîsan gaz li ser gazê avêt. Derdora me hatibû dorpêçkirin û gaz dihate avêtin. Me ji ber gazê pêşiya xwe nedidît. Yên birîndar ji gazê fetisîn. Heke wisa nebûya belku hinek ji wan xelas bûbûna. Dema em li wan digeriyan wan gaz diavêt. Dema em li wir bûn gel DAIŞ’iyek girti bûn. Dema li çenteyê wî geriyan ala DAIŞ’ê derketibû. Leşkeran ji nav destên gel ew wergirtin û birin qereqolê. Cilên wî guhertin, traş kirin û di deriyê din de berdan.”    ‘EZ JI HER KESÊN KU TILIYA WAN DI NAV DE HEYE DOZDAR IM’   Yûrtgul, anî ziman ku ji herkesên ku tiliya wan di nav komkujiyê de heye dozdar e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Sûcê zarokên me çi bû? Em dibêjin qeder e lê ne qeder e. Em ji qedere re razî dibin. Em her tim di bin zilmê de ne, tên qetilkirin, tên şewitandin û kuştin. Ji vê re jî dibêjin qeder. Lê ne qeder bû. Ez dixwazim kujer aşkere bin. Tiliya kê di nav de hebe dozdar im.”