Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin 2023-07-19 11:35:01   AMED - Serokê Şaxa ÎMO’ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz bal kişand ku li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê tenê 50 hatine hilweşandin û diyar kir ku hilweşandinên bêserûber dibin sedemê xetereyên mezin.    Hate diyar kirin ku li Ameda yek ji 11 bajarên piştî erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn weke “Herêma Afetê” hate îlankirin, di encama xebatên tespîtkirina xesarê de, xesareke giran gihiştiye 3 hezar û 252 avahiyan, xesareke navîn gihiştiye 2 hezar û 828 avahiyan û 32 hezar û 652 avahî jî kêm xesar in. Di xebatên hilweşînê yên li navçeya Rezan ku piştî 6 mehan dest pê kirin de ji 3 hezar û 252 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê tenê nêzî 50 avahiyan hatine hilweşandin. Hilweşandinên li bajêr dest pê kirin bêyî bên avdan tên kirin û tax di nava tozê de dimînin. Di hilweşandinên bêyî bergiriyên ewlehiyê tên kirin de, avahiyên li derdorê nayên valakirin.    Li taxên Şeyh Şamîl û Mevlana Halît ên navçeya Rezanê ku me dîmenên wan kişandin dîtin, avahiyên ku tevî ku rîsk in jî nayên hilweşandin xetere ne, di avahiyên hatine hilweşandin de negirtina tedbîrên ewlekariyê yên pêwîst dibe sedema berteka gel. Hilweşandinên bêav tên kirin şêniyên taxê yên di avahiyên saxlem de dimînin aciz dikin û ji kolanan tozeke zêde radibe.    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz, têkildarî hilweşandina avahiyan nirxandin kirin.    ‘ÎHALE BI DAYÎNA PEREYAN A WALÎTIYÊ HATIN KIRIN’    Korkmaz, da zanîn ku pêvajoya îhaleyê ya li taxan ji bo hilweşandina avahiyên xesareke giran gihiştiyê hatine destpêkirin meha borî qediya ye û hilweşandinê dest pê kiriye. Korkmaz, da xuyakirin ku îhaleyên ji aliyê Midûriyeta Şopandin û Koordînasyonê ya Razemeniyê ya Walîtiyê ve hatine organîzekirin, bi 'rêbazeke bazariyê' hatine kirin. Korkmaz, diyar kir ku îhaleya dawî hefteya borî hatiye kirin û got: “Ji kesê îhale standiye pere hatin stendin û îhale hate kirin. Ji bo îhaleyê tu bihayek nehatiye dîyarkirin. Li ser xurdeyê û malzemeyên vegerandinê, bi dayîna pereyan ji walîtiyê re hat kirin. Kesên xwedî bihayên bilind û referansên baştir û 'torpîla' wan heyî îhale wergirtin.”   ‘BI MEQESÊ NA HILWEŞÎNIN’    Korkmaz, bi lêv kir ku di pêvajoya ji bo hilweşandina avahiyên xesareke giran gihiştiyê û di asta hilweşandinê de bergiriyên têrker nehatine wergirtin û wiha berdewam kir: “Ev avahî li navenda bajêr in û hema bêje her roj mîtroyekî dûrî wan derbas dibin. Têkildarî vê bergirî nehatin wergirtin û di dema hilweşandinê de jî nayên wergirtin. Ji bilî çend avahiyan divê cade were girtin. Cade nayên girtin, di dema hilweşandina avahiyan de divê avdaneke baş bê kirin. Xala ewil a rêziknameya me ya hilweşandinê, hilweşandina bi meqesê ye. Rêbazeke rîska wê kêmtir e. Lê hilweşandin bi meqesan nayên kirin. Tevî van hemûyan têgeheke jê re dibêjin asbest heye. Ev jî dibe sedemê nexweşiyên mezin. Nikarin pêşiyê li van bigirin.”   ‘DIVÊ EV AVAHÎ DEMILDEST BÊN HILWEŞANDIN’    Korkmaz, bi bîr xist ku xetên fayê yên li herêmên hêj çalak in û destnîşan kir ku avahiyên bi xetere ne divê demildest bên hilweşandin. Korkmaz, axaftina xwe wiha domand: “Ji erdhejê ve nêzî bi milyonan erdhejok çêbûn. Erdhej hêj gelek nêzî me ye. Ji ber vê yekê divê demildest ev avahî bên hilweşandin. Ji xwe di erdheja 6’ê sibatê de xesareke giran gihiştê. Avahiyên ku vê erdhejê ranegir in hene. Dirêjbûna vê pêvajoyê tê wateya ku mexduriyeta xwediyên maf zêdetir bibe. Avahiyên ji bo erdhejê hatine çêkirin jî diviya bû hatibûna xelaskirin. Hêj mirovên di konan, konteyniran de û koç kirine hene. Divê ev mirov dîsa vegerin vê derê û pirsgirêka wan a bicihbûnê bi temamî ji holê bê rakirin.”   BERGIRIYÊN KU DIVÊ BÊN WERGIRTIN    Korkmez bergiriyên ku divê bên wergirtin jî wiha rêz kirin: “Divê kolan û cadeyên avahî lê bên hilweşandin ji trafîkê re bên girtin. Divê avahiyên 50 mîtroyan dirêj bên valakirin. Dema avahî tên hilweşandin divê teqez bên avdan. Divê bi meqesê hilweşandin bên kirin. Divê hemû malzemeyên bikarin paş ve vegerînin, bikin ku paş ve vegerînin.”   MA / Welat Ekîn