Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn 2023-07-19 13:51:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, wê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin!” konferansek bê lidarxistin. Komîteya çalakî û merasîmê ya sala 100’emîn a Peymana Lozanê di 22-23’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê wê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û em Peymana Lozanê qebûl nakin û peymanê red dikin!” konferansekê li dar bixe.   Li gorî nûçeya ANF'ê; Roja destpêkê wê meşa navendî ya paralel û mitîng jî bê lidarxistin. Di konferansê de wê 2 rojan encamên Peymana Lozanên bên nîqaşkirin. Encamnameya konferansê jî wê 24’ê Tîrmehê ku salvegera peymanê ye, bê eşkerekirin.   Komîteyê amadekariyên xwe qedandin û diyar kir ku ji 4 parçeyên Kurdistanê dê zêdeyî 600 kes beşdarî konferansê bibin.   BERNAMEYA KONFERANSÊ   Li gorî bernameya ku ji aliyê komîteyê ve hat eşkerekirin, roja yekem a konferansa ku li Salle de Congres de Beaûlîeû bê kirin, wê sînevîzyon were temaşekirin û beşdar biaxivin.   Di rûniştina ewil a panelê de “Peymana Lozanê û encamên wê li Kurdistanê” bên nîqaşkirin. Selma Irmak û Xelîl Xezerî wê moderatoriyê bikin.   Di roja duyem a konferansê de jî wê du rûniştin bên lidarxistin. Kurdê Omer û Seher Aydar wê moderatoriya panela destpêkê ya bi sernava “Rewşa jinan û têkoşîna wan” bikin.   Di rûniştina duyem de jî wê “Rewşa gelên ermenî, asûrî û keldanî” bê nîqaşkirin.   Di rûniştina dawî de jî bi moderatoriya Behrê Muhamed Mehmud û Rojan Hazim wê sernava “Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salan” were nirxandin.   Di beşa encamê de jî wê “Biryara Konferansê û Encamname” bê eşkerekirin. 24’ê Tîrmehê roja duşemê saet 10.00’an wê li ber avahiya Chateaû d’Oûchy encamnameya konferansê bi daxuyaniyeke çapemeniyê were eşkerekirin.