Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel 2023-07-19 19:29:34   AMED - HDP û Partiya Çepên Kesk, li navenda Hezro, Farqîn û Erxeniyê û gundên wan civînên gel li dar xistin.    Li Amedê civînên gel ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk didomin. HDP û PArtiya Çepên Kesk li gundên Barqoş û Monseyê yên navçeya Hezroyê û li navena Farqîn û Erxeniyê civînên gel li dar xistin. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Kerem Canpolat, Endamê Meclisa Partiyê ya PArtiya Herêmên Demokratîk (DBP) Garîp Kandemîr, Hevseroka HDP a Amedê Gulîstan Atasoy Tekdemîr, rêveberên partiy yên navçeyan û bajêr û gelek welatî tevlî civînan bûn.    Beriya civînê ji bo kesên ku li Rojavayê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka HDP a Amedê Gulistan Atasoy ku li vir axiv, di 11'mîn salvegera Şoreşa Rojavayê de kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got ku Şoreşa Rojavayê di dîroka nêzîk de şoreşa herî mezin e. Atasoyê got: "Rojava tu carî tenê bi erdnîgariya Bakurê Sûriyeyê sînordar nemaye. Tu wextî nehatibû dîtin ku kurdên li li her çar perçeyan û li cîhanê bi yekruhî têkoşiyane."   Civîna gel a li avahiya partiyê ya Farqînê bi beşdariya Hevserokê HDP a Amedê  Zeyyat Ceylan, endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Betul Çelebî, endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Îrfan Soner, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û gelek welatiyan hat lidarxistin.    Her wiha di heman wextê de li Erxeniyê jî civîna gel hat lidarxistin. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Necatî Pîrînçoglû, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hasîbe Çolak, rêveberê MED-DER'ê Rifat Ronî û gelek welatî tevlî civînê bûn.   Civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî domandin.