Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin 2023-07-20 09:09:23   RIHA - Xizmên 33 "rêwiyên xeyalan" ku 8 sal berê ji aliyê DIAŞ'ê ve hatin qetilkirin, xwestin ku kesên piştgirî dane kujerên DAIŞ'î û alîkariya wan kirine bên darizandin.   Di ser Komkujiya Pirsûsê re ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê li dijî kesên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li hev kombûbûn pêk hatibû, 8 sal derbas bûn. Di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn. Piştî komkujiyê bi du rojan, ji bo dîmenan qedexe hatibû danîn. Û sê roj bi şûn de jî ji bo dosyeya komkujiyê biryara veşarî hatibû dayîn.    Ji bo jinûveavakirina Kobanê, di çarçoveya kampanyaya bi pêşengiya SGDF'ê de ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 300 ciwan ji bo biçin Kobanê li Pirsûsa Rihayê li hev kom bûn. Ciwanên ku li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûn, piştî taştê dê li vir daxuyaniyek bidana çapemeniyê û dê ber bi Kobanê ve bi rê biketena. Lê belê gava ciwan li pişt pankarta "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" ji bo daxuyaniyê amade bûn, bombe teqiyabû. Polîsên ku beriya komkujiyê ne li qadê bûn, piştî êrişê demildest li ber Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn û bi bombeyên gazê êrişî girseya li wir kiribûn.    Piştî komkujiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes daketibûn qadê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Kurdistanê rojekê şîna neteweyî ragihandibû. Paşê rêveberên HDP, DBP, SGDF û ESP'ê ji bo xeyala 33 rêwiyên xeyalê ku xwestibûn daristanekê ava bikin pêk bînin, li sînorê Kobanê "Daristan Şehîdên Kobanê" ava kiribûn.    Îdianameya der barê komkujiyê de jî piştî 18 mehan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû amadekirin. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku 104 caran cezayê muebeda giran li bersûc Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî bê birîn. Lê di danişîna 21'emîn a dozê de ku di 22'yê Cotmeha 2021'ê de hatibû lidarxistin, heyeta dadgehê li Yakûp Şahîn ê ku tu carî ew neanîbûn eywana dadgehê, 34 caran cezayê muebeda girnakirî birî. Darizandin ji bo bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî didome.    Fetî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û Yasemîn Boyraz ku di komkujiyê de diya wê Bahar Nazegul jiyana xwe ji dest da, destnîşan kir ku di 8 sal in daraz "kiryarên rasteqîn" ên komkujiyê diparêze.    ‘HER TIŞT BI BELGEYAN LI HOLÊ YE'   Endamê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê Fetî Aydin bilêv kir ku li hêwanên dadgehê tu daxwazeke wan nehatiye qebûlkirin û got: "8 sla derbas bûn. Lê di doza me de pêşketineke berbiçav çênebû. Hin daxwazên me û parêzeran hebûn. Me di ehr dnaiînê de ew bilêv kirin. Me di ehr danişînê de pirsî ku çima dîmenên winda nehatine eşkerekirin. Me pirsî ku çima Abdûllah Omer Aslanê bi motorsiklêt ê ku riha wî hat qusandina û ji deriyê paş d ehat berdan û alaya DAIŞ'ê di çenteyê wî de hat dîtin, hatiye berdan. Sedema nepêşveçûna vê dozê ew e ku daxwazên me ji nedîtî ve hatin. Parêzeran her tiştî bi belgeyan eşkere kirin. Me derxist holê ku Îlhamî Balî yê bi bultena sor lê tê gerîn li nexweşxaneyeke dewletê hatiye dermankirin. Bi gelek belgeyan kifş bû ku kujer bi rihetî digerin. Lê tevî ev qas tiştan jî kujerên zarokên me nayên dîtin."    ‘EM Ê HEYA DAWIYÊ BITÊKOŞIN'   Aydin ku got "Domandina têkoşîna zarokên me deynê stuyê me ye" û wiha pê de çû: "Em ê vê têkoşînê heya dawiyê bidomînin. Di dema vê têkoşînê de li malbatên ku doz acezakirina kujeran dikin doz tên vekirin. Doza me niha didome. Parêzera me Gulhan Kaya niha girtî ye. KUjerên vê komkujiyê ji xwe re digerin, lê malbat li hêwanên dadgehê li benda edaletê ne. Ji bo malbat dest ji têkoşîna ji bo edaletê berdin, çi ji destê wan tê dikin. Lê em ê her tim li hêwanên dadgehan û li kuçeyan 33 rêwiyên xwe bibîr bînin. Em ê heya dawiyê bişopînin."    Aydin bilêv kir ku beriya komkujiyê îstixbarat gihaştiye ber destê midûriyeta polîsan û wiha got: "Em dixwazin kesên ku rê li ber vê vekirina, kesên piştgirî û alîkariya vê kirine bên cezakirin. Ê ku ev komkujî kir ne kesek tenê ye. Bi awayekî plankirî hatiye kirin. Heke pêşî li ber Komkujiya Pirsûsê bihata girtin, dê Komkujiya Gara Enqereyê û gelek komkujiyên din çênebûna. Em ji bo edaletê û ji bo careke din komkujî çênebin vê dozê dişopînin. Em ê heya dawiyê têbikoşin."    ‘TU TIŞT NEGUHERÎ'   Yasemîn Boyraz ku di komkujiyê de diya wê Bahar Nazegul Boyraz jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku 8 sal bihurî ne lê tu tişt neguheriye û got: "Di du salên ewil de biryara veşarî li ser dosyeyê hebû. Paşê hat rakirin. Ji danişîna ewil heya ya dawî daxwazên me hatin redkirin. Me doza qeydên kamerayan kir, me xwest îmam Abdullah Omer Aslan ne wekî şahid, wekî bersûc bê guhdarîkirin, lê ev daxwaz jî nehatin qebûlkirin."    Boyraz axaftina xwe wiha domand: "Di 8 salên borî de em ne li erdê ne jî li asîmanan e. Min dêya xwe di 31 saliyê de winda kir. Ez hê jî dibêjim qey ez 31 salî me. Ez mezin nebûm. Di 8 salan de warê me Riha bû. Em salê 3-4 caran li Rihayê ne. Ev ji bo malbatan zehmet e. Hem di warê aborî hem jî di warê manewî de. Car heya dadgeh di meha tîrmehê de tên kirin û ev di warê hestî de bandoreke mezin li me dike. Di danişîna dawî de diviyabû 3 endamên DAIŞ'ê wekî bersûc bihatana darizandin, lê wekî şahid hatin guhdarkirin. Gotinên wan em şoq kirin. Çawa wiha bi rihetî hatine Tirkiyeyê û bi rihetî geriyane her tiştî gotin."    ‘88 SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê DOZA EDALETÊ BIKIN'   Boyraz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Diya min hat qetilkirin û ji sedî 50 wekî biqisûr hat hesibandin. Sedema vê jî ew e ku bê destûr bûye. Diya min ji Stenbolê heya Pirsûsê 7 caran hat kontrolkirin. Lê kujeêrn DAIŞ'î çawa wiha bi rihetî hatin Tirkiyeyê? Çima diya min qekî biqisûr tê dîtin? Diya min li Pirsûsê hat qetilkirin. Ma Pirsûs ne di nava axa Tirkiyeyê de ye? Çima diya min biqisûr e? Heya edalet pêk bê em ê vê dozê bişopînin. Ne 8 sal, 88 sal jî derbas bibin em ê li edaletê bigerin."    MA / Emrullah Acar