Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin 2023-07-20 09:28:31 ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk û HDP li Şirnexê tax bi tax û mal bi mal bi şev û roj civînên gel berdewam dike.  Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de duh jî li navçeyên Cizîr, Silopiya û Qilebanê yên Şirnexê civînên li dar xist.    Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez û Serhat Eren jî di nav de rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk duh li taxa Cumhuriyetê ya Cizîrê civîna gel li dar xistin û civînê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenter Serhat Eren bal kişand ser tecrîd û astengkirina hevdîtinên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Piştî hevdîtinên bi birêz Ocalan re hatin astengkirin, konsepta êrişan ket dewrê. Êrişî Efrînê kirin. Doza girtinê li HDP’ê vekirin. Tevî van êrişan û operasyonên tên kirin jî Partiya Çepên Kesk di demek kurt de beşdarî hilbijartinê bû. Bi qasî ku me xewst me nikaribû partiyê bidin nasîn. Di vir de kêmasiyên me çêbûn. Divê di hilbijartinê de me bêtir pêşniyazên gelê xwe esas bigirta. Di vê mijarê de gelek kemasiyên me çêbûn.”    QILEBAN Û SILOPIYA   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û rêveberên partiyan li navenda navçeyê civîna gel li dar xistin. Şandeya partiyan serdana malbatên Roboskî kirin. Şandeyê li gundê Qalgê yê bi ser navçeya Qilebanê ve civîna gel li dar xist. Di civînê de li pêşniyaz û rexneyên gel hat guhdarîkirin.    Rêveberên her du partiyan li navçeya Silopiya jî serdana hin malan kirin.