Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin 2023-07-20 11:43:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekar Leyla Ziafar a ku bi gotina “Vegera ji vê rêyê ne pêkan e” piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir, di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin û girtin.    Çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’yan de li paytextê Tehrana Îranê dest pê kirin, didomin. Polîsan bi ser mala perwerdekar Leyla Ziafar a li ser medyaya dîjîtal piştgiriya çalakiyan kir de girtin. Leyla Ziafar a hate binçavkirin, bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hate girtin.    PEYAMA LEYLAYÊ: VEGERA JI VÊ RÊYÊ NE PÊKAN E    Zîafar li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal têkildarî berxwedana li Îran û Rojhilat didome ev peyam belav kiribû: “Vegera ji vê rêyê ne pêkan e. Me ji bo rakirina vê tesettur û koletiyê şehîd dan. Em destûr nadin ku xwîna şehîdên me li erdê bimîne.”