Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe 2023-07-20 14:11:43 ENQERE - Peymana Lozanê ya di navbera hêzên mêtinger ên cîhanê de hatiye îmzekirin Kurdistanê kiriye 4 perçe lê bele kurd di vê pêvajoyê de li dijî polîtîkayên îmha û înkarkirinê têkoşîna xwe mezin kirin.  Peymana Lozanê ya ku rewşa Rojhilata Navîn sero bino kiriye di 100 saliya xwe de di navbera kurdan û dostên kurdan de tê nîqaşkirin. Peymana ku piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê de hatiye îmzekirin bi armanca derbaskirin û taloqkirina qeyranên netewdewletan bû. Cîgirê Împaratoriya Avustûrya-Macaristanê Fransuva Ferdinan dema serdana Bosnayê dikir di 28’ê Hezîrana 1914’an de rastî sûîqesta netewperestê Sirpî Gavrilo Princip hat û ev yek di navbera her du aliyê dewletan de bû sedema şer.    ÊRIŞ DEST PÊ KIRIN   Dewletên Ingilistan, Fransa, Rûsya û Îtalyaya ku piştre tev li komê bûye xwe wek dewletên lihevkirî pênase kirin. Dewletên Almanya, Avusturya-Macaristan û yê piştre tev li şer bûye Osmaniyan jî di aliyê din de cihê xwe girtin. Piştî vê yeke Avustûrta-Macaristan di 23’ê Tîrmeha 1914’an de ji dewleta Sirbistanê re ultîmatom (pêşnêrî) şand û di 28’ê Tîrmehê de jî êrişî Sirbistanê kir. Piştre Almanya, Belçîka, Luksembûrg û Fransa jî ji van êrişan para xwe girtin û Rûsya jî êrişî Almanyayê kir.    PEYMANÊN VEŞARTÎ   Beriya şer Dewleta Osmaniyan bi Almanyayê re li hev kiribû. Piştî ku Osmaniyan tev li şer bûn planên Dewletên Lihevkirî ên ser parvekirina axên Dewletê Osmaniyan eşkere bûn. Piştî Şer bi Peymana Tengavan ve tevî Tengava Stenbolê ya paytexta Osmaniyan, Tengava Çanakkaleyê jî ji Rûsyayê re hate hiştin. Pişte ji bo polîtîkayên li dijî Osmaniyan diyar bike di 8’ê Ewrêla 1915’an den “Desteya De Bunsen” hate avakirin. Desteya hatiye avakirin ji bo parastina berjewendiyên hêzên emperyal bi navê “Tirkiyeya Asyatîk” raporek amade kir û xwest ku Dewleta Osmaniyan ji navendekê bêpar were hiştin û herêm bibe 5 perçe.    KURDISTANÊ JÎ PARVE KIRIN   Pişte di 16’ê Gulana 1916’an de di navbera Ingîlistanê û Fransayê de Peymana Sykes-Picot hate amadekirina û di meha mijdarê de ji hêla Rûsyayê ve jî hate erekirin. Li gorî peymanê axa Dewleta Osmaniyan a di Rojhilata Navîn de dimînin dê bihata parvekirin. Dîsa li gorî peymanê dê Herêman Îskenderûnê bi temamî xweser maba, Flîstînê dê ji hêla dewletên navneteweyî bihata birêvebirin, dê Bedlîs, Wan û Erzirom ji Rûsyayê re bihata hiştin, Lûbnan Sûriye, Edene, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Amed, Mûsil ji Fransayê re bihata hiştin û Irak û Başûrê Mezopotamyayê jî ji Ingîlistanê re bihata hiştin. Lê bele piştî ku Rûsyaya Çaritiyê hilweşiya û Bolşevîkên li şûna wan bûne desthilat Rûsya di sala 1917’an ji şer hilkişiya û hemû peymanên veşartî aşkere kir.    PEYMANA MONDROSÊ   Hilkişîna Rûsyayê hin tiştan guherî be jî bi temamî pêşî li parvekirina axên Osmaniyan negirt. Hê ku şer neqediyabû di navbera Dewletên Lihevkirî û Osmaniyan de di Bendera Mondrosê ya Girava Lîmniyê de di 30 Cotmeha 1918’an de Peymana Agirbestê ya Mondrosê hate îmzekirin û Dewleta Osmaniyan wek fiîlî ji holê rabû. Bi madeya peymanê ya 7’an axên Osmaniyan ji bo dagirkeriyê hatin amadekirin û li gorî madeya 24’emîn jî rê li ber avakirina dewleta Ermenan a li ser axa Kurdistanê hate vekirin.    9 MILYON MIROV HATIN KUŞTIN   Bi rêgezên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) Woodrow Wilson daye eşkerekirin DYA ku li gel Dewletên Lihevkirî tevdigeriya, Peymana Sykes-Picotê ji hêla Osmaniyan ve betal kir. DYA’yê li gorî xwe dixwest cîhanê ava bike, biryar da ku Sûriye û Iraqê jî di navbera Ingilistan û Fransaya mêtinger de parve bike. Elmanya jî dema agirbestê qebûl kir şer li ser peymanê bi dawî bû lê belê di pêvajoya de “di bin navê şerê leşkeri de” 9 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan.    Yewnanistanê di Hezîna 1917’an de anku salek berî peymanê li gel Dewletên Lihevkirî di şer de cih girt û xwest li gorî rêgezên Wilson, axa îzmîra ku îdia dikir ku nifûsa Yewnanan lê zêde ye ji wan re were hiştin û diyar kir ku ev ax heqê wan e. Îtalya ji bo ku ev yek pêk neye bi leşkerên xwe ve bajarê Antalyayê dagir kir lê belê Yewnanan di 15’ê Gulana 1919’an de Îzmîrê dagir kirin.      TELGIRAFA KURDISTANÊ   Di vê navbera ku axên Osmaniyan ji bo dewletên dagirker bûye hola listikan li Samsûnê di navbera gelên Rûm û Tirkan de pevçûn derket. Dewleta Osmaniyê jî xwe spart Peyman Agirbestê ya Mondrosê û ji bo ku pêşî dagirkirina hemû axên xwe bigire Mûstafa Kemal wek Mufetîşê Artêşa 9’êmîn şand Samsûnê. Li gel şandinê ji Mûstafa Kemal bi dayîna rayeyê dikarî fermanê bide Parartêşên 3’yemîn û 4’emîn, Parartêşên Amed, Bedlîs, Xarpêt, Enqere û Kastamonûyê. Bi vê fermanê Mûstafa Kemal dikarî li piraniya Kurdistanê bibe xwedî raye. Mûstafa Kemalê ji bo pevçûnan bi dawî bike û ji Samsûnê re hatiye şandin di pirtûka nivîsandiye Nûtûkê de destnîşan kiriye ku ew ji bo avakirina dewleteke nû ya Tirkan derbasî Anatoliyayê û Kurdistanê bûye.    Mustafa Kemal piştî 10 rojên çûye Semsûnê ji Serfermandariya Leşkerî re telgirajekê dişîne û van tiştan dibêje: “Min di lêkolînên xwe de dît ku di navbera komên kurdên fikra Kurdistana serbixwe dixwazin û yên piştgirê hikûmetê dixwazin nakokî hene. Li gel hin ruspiyên kurdan ên di qada şer de ji me re dikarin alîkarî bikin him rasterast him jî li ser leşkeriyê min hin têkilî danîn û li ser van têkiliyan jî min ji wan re hin şîret kirin. Li gorî agahiyên dawiyê hewce ye bi herêman Kurdistanê re were eleqedarbûn.”   PROTOKOLA VEŞARTÎ YA AMASYAYÊ   Piştî ku Mûstafa Kemal demekê ma li Semsûnê di 12’ê Hezîranê de çû Amasyayê, di 27’ê Hezîranê de derbasî Sêwazê bû û ji wir jî di 2’yê Tîrmehê de xwe gihand Erziromê. Mustafa Kemal di navbera 23’yê Tîrmehê û 7’ê Tebaxê de li Erziromê kongreyê pêk anî û li gorî hin agahiyan ji 32 delegeyên ji Kurdistanê tev li vê kongreyê bûn. Li gorî Kongreya Sêwazê ya di 22’yê Cotmeha 1919’ê de Protokola Amasyayê ya veşartî hate amadekirin û di madeya pêşîn de hat destnîşankirin ku xaka Osmaniyan welatê Kurd û Tirkan e, ne pêkan e ku Kurd ji van axan cuda bibin û ji bo rizgarkirinê jî divê her du bi hev re tevbigerin. Hin dîroknas îdia dikin ku Mustafa Kemal bi vê yekê him daxwaza kurdan a cudabûnê asteng dike û hem jî pêşî li avabûna dewleta Ermenen digire.   PEYMANA SEVRÊ   Li ser van geşedanan ji bo parvekirina axên Osmaniyên di 18-26’ê Ewrêla 1920’an de li bajarê San Remo yê Îtalyayê konferansek pêk hat. Di vê civînê de pirsgirêka Kurd, Tengav û mijara qerên Osmaniyan mijarên sereke bûn. Di Peymana Sevrê ya di 10 Tebaxa 1920’an de pêk hatiye de biryar hat girtin ku di qada Wan, Erzirom, Bedlîs û Trabzonê de dewleta Ermenan were avakirin, Sûriye ji Fransayê re, Iraq jî ji Ingilistanê re were hiştin.    KURD DI SEVRÊ DE ÇAWA HATIN PÊNASEKIRIN?   Di madeya bi kurdan re eleqedar de ev gotin cih girtin: “Piştî ku ev peyman kete meriyete salek şûnde li gorî madeya 62’yemîn li herêmên di peymanê de hatine destnîşankirin (Rojhilatê Firatê di başûrê sinorên Ermenistanê de cihê ku Kurd di sînorên Sûriye û Iraqê de bi giranî dijî de) bê piştraskirin û eşkere bikin ku kurdên li vir dijîn dixwazin ji Tirkiyeyê cudatir, serbixwe bin û serî li Kongreya Cemiyeta a Netewan bide û ji hêla vê Kongreyê ve ev daxwaz were erêkirin, Tirkiye jî dê li gorî vê daxwazê dest ji hemû maf û karên xwe berde û rê li ber vê yekê veke.”   ARMANCA XWESERIYÊ ÇI BÛ?   Di dema ku ev lihevkirinên derbarê Osmaniyan de dihatin kirin, li Tirkiyeyê di 20’ê Çileyê de Destûra Bingehîn a 1921’an, ku ji 23 madeyên pêk tê li Meclisê hate qebûlkirin. Li gorî hin nêrînan ev metna ji hêla meclisê hatiye erêkirin bi madeya 11’ê ve biryar hat girtin ku ji kurdan re xweserî bê dayîn û bi vê yeke hat xwestin ku pêşî li rêxistinbûn û îradebûna kurdan were girtin.    SERHILDANA KOÇGIRIYÊ   Ji Cemiyeta Tealî ya Kurd pêşengên wek Nûrî Dersimî, Alî Şer, Alîşan Beg û Haydar Beg tim ji koma Mustafa Kemal xwe dur xistin û ji sibata 1920’an şûn ve xwestin li gorî madeya xweseriyê ya rêgezên Wilson tevbigerin. Cemiyet li gorî madeya xwesriyê ya Peymana Sevrê ji Meclisa Mezin a Netewa Tirkiyeyê (TBMM) xwest ku leşker û memûrên tirk bên vekişandin. Mûstafa Kemal pêşiyê şandeya bi navê “Desteya Şîretê” ji herêmê re şand û xwest ku bi cemiyetê re li hev bike. Demekê weke ku li hev hatine kirin xuya bike jî daxwaz û pirsgirêkên heyî nehatin çareserkirin. Eşîra Koçgirî ya li navçeyên Kamîlava (Îmranli) û Koçgiriyê (Zara) dijîn di 6’ê adarê de serî hildan. Serhildan ji hêla qetlîamkarên wekî Nûredîn Paşa û Topal Osman bi awayekî hovane hate tepisandin. Di serhildanê de sedan kurd hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin sirgûnkirin.    KURDÊN LI PERÇEYÊN DIN   Dema ku bûyerên ku li Koçgiriyê diqewimîn di 12’ê adarê de Konferansa Qahireyê dihat lidarxistin. Di vê konfreransê de biryara avakirina Iraqê hate dayîn. Di konferansê de pêşî bi tevlîbûna kurdên li herêmê berfireh dijiyan hate girtin û Iraq ji Faysal ê ereb re hate hiştin. Şahê Iraqê bû Faysal. Bingeha perçebûna Kurdên Iraqê bi vê konferansa bi destê Ingilistanê dihat birêvebirin hate avakirin. Heman deman de TBMM bi Rûsyaya Sovyet re Peymana Moskovayê îmze kir û sînorê Rojhiltê Tirkiyeyê hate têkuzkirin. Sovyetên li ser fikra sosyalîst ava bûbûn wek nedîtî nêzîkî kurdan bûn. Ji bo diyarkirina sînorên Sûriyeyê jî Peymana Enqereyê hate îmzekirin. Di vê  peymana 20'ê cotmehê de hatiye îmzekirin de jî tu mafên kurdan li ber çav nehatin girtin.    JI HÊLEK DIXWEST JI HÊLA DIN TUNE DIKIR   Kurdên ku ji aliyekê mafê xwesriyê tim ji Mustafa Kemal dixwestin ji hêla din de dihatin qetilkirin. Mustafa Kemal di 22’yê Tîrmeha 1922’yan de di nameyeke xwe ya ji bo Fermandarê El Cezîreyê Tuxgeneral Nîhat Paşa re şendiye de wiha digot: “ (…..) avakirina rêveberiyên xwecihî hewcehiyeke polîtîkayên me ye. Em dixwazin li herêma ku bi giranî kurd tê dijîn bi hevsengiya polîtîkayên xwe rêveberiyeke xwecihî ava bikin. Rêgeza mafê birêvebirina her neteweyê ji hêla tevahiya cîhanê hatiye qebûlkirin. Em jî vê rêgezê diparêzin…. Polîtîkaya me ya sorkirina şerê kurdan a li dijî Fransa û taybetî jî li dijî Ingîlastanê ya ku bi çekê nikare bê rawestandin, pêşîlêgirtina lihevkirna Kurd û biyaniyan, kêlî bi kêlî avakirina bingeha rêveberiyên xwecihî û bi vê yekê kurdên ji dil ve girêdayî me ne, bi dayîna peywirên leşkerî û sivîl, girêdayîna wan piştrastkirin, hatiye esasgirtin.    SOZA AVAKIRINA DEWLETÊ   Mûstafa Kemal piştî Şerê Rizgariyê (Kurtuluş Savaşi) bala xwe da pirsgirêka Mûsilê ya serûrastkirinên mehên tebax û îlonê lê hatine kirin. Di vê demê li gorî soza xwe ya têkoşînê tevgeriyan û dikarîbûn ku nîviya Mûsilê bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê Ingîlistan neçar ma ku mafê rêveberiya xwecihî bide Kurdan. Hikûmeteke Kurdan ava bû. Di vê navberê de Komîseriya Bilind a Ingîlistanê jî wek “Hikûmetên Îngilîz û Iraqê mafê birêvebirina xwe yên kurdên di sînorên Iraqê de dijîn nas dike” danezanek weşand lê bele piştre li gorî vê danezanê tevnegeriya.    PIRSGIRÊKA KURD LOZAN ASÊ KIR   Dewletên Lihevkirî di vê pêvajoyê de di 20’ê Mijdara 1922’yan de bi Meclisê re li Lozana Swîsreyê bi navê “Konferansa Aştiyê” dest bi hevdîtinan kirin. Di wê demê de Îsmet Înonu nûnertiya Komara Tirkiyeya ku hê wek fermî nehatiye avakirin û wek Meclis dihat birêvebirin kir, tev li hevdîtinan bû. Înonu yê kurd û malbata wî ji Bedlîsê bû di hevdîtinê de destketiyên kurdan rad kir. Dema ku di van hevditinan de tu pêşketin çênebûn hevdîtinên konferansê di 4’ê sibata 1923’yan de qut bûn. Ji sedemên qutbûna hevdîtinan yek jî parastina mafên kurdan û xistina rojevê ya nûnerê Ingilîz Lord Curzon bû. Sekna dubendî yê Ingilistanê tim di rojevê de ma.    SOZA DESTÛRA BINGEHÎN Û TEAHUDÊ   Piştî ku hevdîtin qut bûn Mûstafa Kemal di 16’ê çileye pirsa rojnameger Ahmed Emîn Yalman a têkildarî pirsgirêkan Kurd wiha bersiv da, “Dê ji kurdan re xweseriya herêmê bê dayîn” û diyar kir ku ev rewşe dê bi Destûra Bingehîn were teahutkirin. Di berdewam axaftina xwe de ev tişt gotin: “Pirsgirêka kurdan bi berjewendiyên me re bi tu awayî cuda nabe. Kurd û Tirk di nava sînorên me de pir ketine nava hev û cudakirina wan jî dê bibe tevlihevkirina Tirkiyeyê û Tirkîtiyê. Ji ber wê beyî ku  Kurdîtiyê bifikirin, li gorî Destûra Bingehîn jixwe dê rêveberiyên xwecihî bên avakirin. Dema navê wan nehat ziman (Kurd) li bendê ye ku vê tiştê bikin pirsgirêk. Mûsil ji bo me gelek girîng e. A yekem li Mûsîlê, dewlemendiyeke bêsînor a petrolê heye. A duyemîn jî bi qasî wê girîng, pirsgirêka Kurdîtiyê heye…”   KURD HATIN ÎNKARKIRIN   Di 24’ê Tîrmeha 1923’an de Peymana Lozanê sînora Tirkiye û Sûriyeyê, bi Peymana Enqereyê jî sînorên Tirkiyeyê yên din hatin diyarkirin û bi vê yekê re jî Kurdistan wek fermî bû çar perçe. Piştî Lozanê di 23’yê Cotmeha 1923’yan de Komar hate îlankirin. Bi destê Destûra Bingehîn a 1924’an jî hem kurd hem jî ziman û çanda kurdan hate înkarkirin. Ev yek di destûra bingehîn de bi van gotinan bi cih girt: “Dewleta me dewleteke netewe ye. Ne dewleteke pirnetew e. Dewlet ji tirkan bêhtir tu netewan nas nake û di nava welat de netewên cudatir ên ji heman maf û hiqûqê sûd digirin jî hene. Lê belê naskirina mafên li gorî van neteweyan û axaftina tê vê wateyê ne baş e.”   TÊKOŞÎNÊN LI DIJÎ ÎNKARÊ   Piştî vê pêvajoyê Kurdên bi tirkan re li dijî dagirkeriyê bi hev re berxwedanê rêxistin kirine gav bi gav hatin tasviyekirin û li dijî kurdan planên îmha, înkar, sirgûn û qetlîaman ketin dewrê. Li dijî van polîtîkayên înkar û îmhakirinê berxwedanên Şex Saîd (1925), Agirî-Zîlan (1930) û Dêrsimê (1937) rû dan.    Taybetî piştî giranbûna polîtîkayên înkar û îmhayê yên di salên 1970’yan di pêşengtiya Abdullah Ocalan de PKK’ê berxwedanek da destpêkirin û ev gave ji hêla dewletê ve wek “serhildana 29’emîn” hate pênasekirin. Di van pevçûnên ku zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, di cinayetên faîlên wan nediyar de hatin windakirin û milyonan kesên bi darê zorê ji axên xwe hatin derxistin an jî neçarê derketinê man. Dîsa jî di vê pêvajoyê de di demên cuda de hin hevdîtinên bi dewletêre re hatine kirin jî hene. Lêbelê di nava van hevdîtina de ya herî pêş ketiye û ji hêla raya giştî ve hatiye şopandin a di navbera salên 2013-2015 ya bi destê Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wek “Pêvajoya Çareseriyê” hatiye binavkirin e.    Lê belê gava Kurdên li Sûriyeyê hin destketiyan bi dest dixin û Tevgera Siyasî ya Kurd di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de benda hilbijartinê tarûmar kir û desthilata AKP hildiweşand, ev hevdîtin ji hêla AKP’ê ve hat bidawîkirin. Her wiha piştî "Plana Têkbirinê" pêvajoya ku bi bingeheke qanûnî ve nehatiye statukirin pêşi li xelaskirina pêvajoyê vekir.   BI DÎROKA LOZANÊ RE PEVÇÛN DERKETIN   Pêvajoya diyalogê ya di navbera rayedarên hikûmet-dewlet û di navbera Şandeya Îmraliyê de li Qesra Dolmabahçeyê hatiye asta îmzekirinê di 24'ê Tîrmeha sala 2015’an li dijî çiyayên Qendîlê bi êrişa hewayî wek fermî hate bidawîkirin.    Di Pêvajoya pevçûnê ya 8 salên dawî de operasyonên qirkirinê yên siyasî, qeyûm, girtina û kuştina hezaran kesan berdewam kir. Tevgera Siyasî ya Kurd di 100 saliya Lozanê de dengê xwe yê nerazîbûnê zêdetir bilind dike.    MA / Mehmet Aslan