Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin 2023-07-20 15:40:10 SÊRT - TUAY-DER’a Sêrtê biarmanca piştevaniya bi girtiyan re kampanya nameyan da destpêkirin.    Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Sêrtê biarmanca piştevaniya bi girtiyan re kampanya nameyan da destpêkirin. TUAY-DER’ê têkildarî mijara navborî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bajarê Sêrtê daxuyanî da. Rêveberê TUAY-DER’ê Kadrî Bîlgîz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Wek ku tê zanîn girtî di bin şertên giran de tên ragirtin. Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in. Divê bên berdan û li malên xwe an jî li nexweşxaneyan bên dermankirin. Îro em li vir kampanya ji bo girtiyan şandina nameyan didin destpêkirin. Girtiyên nexweş ne bi tenê ne.”