Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê 2023-07-20 20:48:46 AMED - Welatiyên ku di civînên gel de axivîn, gotin ku "Mesele ne ray in, rêxistinbûyîn e" û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên gel îro li navçeya Gêl û Pîranê domandin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, endamên Meclisa PArtiyê ya HDP'ê, rêveberên navçeyê û gelek welatî tevlî civînan bûn.    Şande ewilî li navçeya Gêlê bi gel re civiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê guh li rexne û pêşniyazên gel hat kirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, bal kişand ser Şoreşa Rojavayê û got ku têkoşîn hê jî didome. Atasoyê rojeva civînê eşkere kir û paşê welatî axivîn.    ‘DIVÊ EM KEDÊ ESAS BIGIRIN'   Şêniyên Gêlê jî xebatên di pêvajoya hilbijartinê de nirxandin û rexneyên xwe yên di warê namzetê serokkomariyê de anîn ziman û bal kişandin ser yekîtiyê. Welatiyan bertek nîşan da ku çima pratîkên berê esas nayên girtin û got: "Hilbijartina herî xirab bû. Komik çêbûn. Hevalên kedkar esas nehatin girtin. Di dema bijartina parlementeran de divê li bajêr kesên kedkar esas bên girtin. Ev ji ber navenda giştî wiha bû. Divê ne navendeke giştî ya ji bo komikan, divê navendeke giştî ya ji bo her kesî be. Divê xwedî li nirxên me bê derketin. Guherîn şert e."    Welatiyan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Du sal in em xeber jê nagirin. Em daxuyaniyekê nadin. Bîrnaîna rojên me yên dîrokî qels in. Divê em vegerin koka xwe ya bîrdozî. Divê meclisên taxê û ew hesta berê bê avakirin. Bedêl çi dibe bila bibe em amade ne bidin, me paş d egav neavêtiye û em ê neavêjin jî."    TECRÎD   Şande paşê çû Pîranê bi gel re civiya. Şêniyên Pîranê jî bilêv kirin ku divê civînên bi vî rengî zêde bibin û gotin: "Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Divê em bi rêxistinbûyîneke xurt amadekariyên xwe bikin. Em namzetên ji derve naxwazin. Bila karbidestî têkeve destê yên xwecihî. Demildets divê komîsyon bên avakirin û divê em gund bi gund, mezrik bi mezrik pêwendiyê bi gel re deynin. Li ser rêberê me tecrîdeke giran heye. Bi mehan e em xeberê jê nagirin. Divê em li ser vê hûr bibin. Dixwazin serok bidin jibîrkirin. Em ne ji bo hilbijartinan ji bo azadiya vî gelî dixebtiin. Mesele ne ray in, rêxistinbûyîn e."   Şande herî dawî çû serdana gundê Şêxsilametan kir.