Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî 2023-07-20 22:43:04   MÊRDÎN - Li herêma Omeriya û Dêrika Çiyayê Maziyê yên Mêrdînê leşker diçin û tên.   Li herêma Omeriya û Dêrika Çiyayê Maziyê leşker diçin û tên. Di nava rojê de di navbera Şemrex û Dêrikê de jî helîkopter diçin û dihatin. Hat hînkirin ev liv û tevger li bejahiya herêmê jî didome.    Hat ragihandin ku li herêma Omeriya lêgerîn tê kirin û wesayîtên leşkerî bênavber diçin û tên.