Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan 2023-07-21 08:48:47   ÎZMÎR - Li Îzmîrê 13 kesên ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê qerenfîl avêtin behrê û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Îzmîrê rêxistinên ciwanan ên sosyalist ji bo di salvegera 8’emîn a Komkujiya Pirsûsê de qurbaniyên komkujiyê bi bîr bînin xwestin qerenfîlan biavêjin behrê, polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû û 13 kesan kiribûn binçavan. Berdevka Partiya Azadiyê ya Civakî Juliana Gozen jî di nav de 13 kesên ku li emniyete karûbarên binçavkirina wan bi dawî bû, hatin berdan.