Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin 2023-07-21 13:09:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Umêd Beroşkî piştî ku Barzanî rexne kir, duh bi şev ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin   Duh piştî 4 sal cezayê hepsê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hat birîn, rojnamevan Umêd Beroşkî li ser cezakirinê hin nirxandin kiribû û anî ziman ku serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi aqilek polîsî biryara cezakirina Şêrwanî daye. Piştî vê axaftinê duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî ji hêla hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat revandin.   Duh Dadgeha Hewlêrê piştî danişîna ji 3 saetan derbas bûye, bi hinceta ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birî.   Parêzerê Girtiyên Behdînanê Remezan Hertîzî têkildarî biryara dadgehê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got; “Dadgeha Hewlêrê li gorî madeyên 295 û 298, bi hinceta ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Emîn birî, ku ev yek jî nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Kurdistanê nîşan dide.”   Yek ji hevalên Şêrwan Şêrwanî, Umêd Beroşkî jî têkildarî 4 sal cezayê ku li Şêrwan Şêrwanî hatiye birîn axivî û gotibû; “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî ne birî ye, ev biryare biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye. Bi fikir û hişmendiya leşkerî û îstîxbaratî welat nayên birêvebirin. Lewra ev biryare li dijî dengê nerazî yê Behdînanê hat dayîn. Pêwîste em li dijî vê biryarê rawestîn û helwest nîşan bidîn.”   Piştî vê daxuyaniyê, Umêd Beroşkî duh bi şev hat revandin.   Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd da zanîn ku duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî li Dihokê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye revandin.   Ayhan Seîd li ser malpera xwe peyamek parve kir û got: “Çarenûsa canê Beroşkî li ser hêzên ewlekariyê yên PDK’ê ye. Ji ber ku ji aliyê wan ve bi lêdan û bê biryara dadgehê hatiye revandin.”