Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn 2023-07-21 13:37:16 ŞIRNEX - Di danişîna doza têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl hatiye vekirin de ji bersûcan Apro Dîrîl re cezayê hepsê yê muebedê hate birîn û bersûcên din jî beraet kirin.     Li gundê Mehrî yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev di 11 çileya 2020’an de winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî windabûna wê 70 rojan hate dîtin. Têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl derbarê Apro Dîrîl, Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi îşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” doz hate vekirin.    Danişîna 6’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de bersûcê girtî Apro Dîrîl û parêzerên her du aliyan amade bûn.     Şandeya dadgehê piştî parastinên hatin kirin derbarê bersûc Apro Dîrîl de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi îşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” cezayê hepsê yê muebedê birî û derbarê Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de jî biryara beraetê da.    PRZ. DÎLSÎZ: EM Ê BIRYARÊ BIBIN DADGEHA JORTIR   Serokê Baroya Şirnexê û parêzerê malbata Dîrîl Rojhat Dîlsîz diyar kir ku dê biryara hatiye dayîn bibin dadgeha jortir û anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Dîlsîz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoya darazê ku faîlên esas ên ji Apro Dîrîl re bûn alîkar neyên aşkerekirin de wê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”