ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-22 09:00:16 * Li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re neke, li ser hev du "cezayê dîsiplînê" li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê birîn. Hat zanîn ku "cezayeke dîsiplînê" yê din jî li Ocalan hatiye birîn.  * Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Dûrmaz destnîşan kir ku sedema tecrîdê ji ber neafirandina rêbazên siyasetê pêk tê û got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e."     * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî diyar kir ku Peymana Lozanê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê belgeya neçareserkirinê ye û got ku meseleya kurd dînamîkeke diyarker e û ji bo çareseriyê jî îşaret bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.    * Li Girtîgeha Aydinê hatibû îdiakirin ku Yilmaz Ekîncî xwe kuştiye. Malbatê û parêzerê dozê, anîn ziman ku biryara beraetê ya di dozê de qebûl nakin û gotin ku di dema darizandinê de dadgehê hemû delîl û daxwaz ji nedîtî ve hatine û hewl daye ser bûyerê bigire.    * Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol diyar kir ku welatên YE endamtiya Tirkiyeyê naxwazin û got plana herî şênber a YE bi Tirkiyeyê re “bazariya penaberan” dike ye.    * Welatiyên li Amedê beşdarî civînên jinûve avakirinê bûn û pêşniyarên xwe kirin ev peyam dan: “Yekane daxwaza gel azadî ye.”   * Projeya GES'ê ku ji aliyê Kalyon Holdîngê ve li mêrga mezraya Dûzikê ya gundê Kadikoy a Wêranşar tê çêkirin bandorê li ser gundên derdorê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin jî dibe. Şêniyên gundan bi lêv kirin ku heke GES li mêrga wan bê çekirin sewalkarî jî dê li gundan biqede û ew dê neçarî koçberiye bibin.    * Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan dê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (11.00-13.00)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û faîl bên darizandin dê çalakiya xwe di hefteya 956'emîn de li dar bixin. (12.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek dê di hefteya 591'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)