Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin 2023-07-22 09:43:10 ENQERE - Rojnamevan nivîskar Huseyîn Aykol diyar kir ku welatên YE endamtiya Tirkiyeyê naxwazin û got plana herî şênber a YE bi Tirkiyeyê re “bazariya penaberan” dike ye.  Dewletên endamên NATO’yê li paytexta Lîtvanyayê Vilniusê civîn pêk anîn. Endamtiya Swêdê ya NATO’yê û hemû bazariyên di vî warî de hatine birêvebirin hê di rojevê de ne û endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) wê ber bi pêvajoyek çawa ve biçe nayê zanîn. Ev hemû mijarên meraqê ne.    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol têkiliyên Tirkiyeyê û YE nirxand û diyar kir ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan lîderek pragmatist e û Erdogan di mijara endamtiya Swêd û Fînandiya ya NATO’yê de hemû kartên di destên xwe de vekirî ye û got: “Erdogan dixwaze vê rewşê veguherîne qezancê.”    'GOTINÊN ERDOGAN MIROVAN MATMAYÎ KIR’    Aykol da zanîn ku Erdogan ji destpêkê ve dixwaze di warê meşrûiyetê de Tirkiye bikeve YE’yê û got: “Lê dema ku dest bi bicihanîna pêwîstiyên wê kir, li cihekî rawestiya. Piştî wê pêvajoyê dest bi axaftinên ku nîşan didin ku ew ê qet tevnegerin, kir. Wek hûn jî dizanin, YE her sal rapora pêşveçûnê diweşîne. Hikûmeta AKP'ê beriya niha hin daxwazên raporê bi cih anîbû, lê gotibû ku ev rexneyên li wan bêmerhamet in. Ev rewş di van salên dawî de guheriye û nirxandin hene ku rapora pêşveçûna YE red dikin, dibêjin ku ew betal e. Loma jî di civîna NATO’yê de gotina Erdogan a ‘Bila ez endamtiya Swêdê qebûl bikim û hûn rêya YEyê ji min re vekin’ mirovan matmayî kir.”    BERSIVA YE YA JI BO ERDOGAN    Aykol anî ziman ku teklîfa Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Almanya, Fransa û Îtalyayê ve nehate pêşwazîkirin û diyar kir ku welatên navborî li hev kirine ku têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê ji hev cuda bin. Aykol diyar kir ku NATO peymana parastin û şer e û YE jî yekitiya aborî ye û got: “Wek yekitiya parastinê, YE hewl da ku tifaqek leşkerî ava bike, lê heta niha bi ser neketiye. Di vî warî de hikûmetên Yekîtiya Ewropayê gotin, 'Ev her du kar ji hev cuda ne'.”   ‘HINDIK MAYE TIRKIYE JI KONSEYA EWROPA WERE AVÊTIN’    Aykol anî ziman ku YE feraseta "terorîst û terorê" ya li Tirkiyeyê red dike û wiha got: "Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye. Lê Tirkiye wê tiştê dike ku Yekîtiya Ewropayê nerehet e. Ji ber ku li gorî biryarên Demîrtaş û Kavala yên DMME’yê tevnagere, hema hema li ber derxistina ji Konseya Ewropayê ye. Di vî warî de ne gavan diavêje û ji YE’yê mafê endametî an jî mafê tevgerkirina azad dixwaze.”   ‘BAZARIYA PENABERAN’    Aykol destnîşan kir ku Erdogan ji ber hêviyên aborî berê xwe daye welatên rojava û wiha axivî: “Erdogan dîsa dixwaze bi Yekitiya Ewropayê re peymana penaberan çêbike. Li ser vê zêde nayê axaftin. Îngilistan yekem bû ku ev yek fêm kir. Ji ber ku ew ji Yekitiya Ewropayê derket, êdî neçar in ku vê mijarê bi serê xwe bi Tirkiyê re biaxivin. Behsa peymaneke nû ya Brîtanyayê bi Tirkiyê re tê kirin. Dîsa li dû Peymana Yekitiya Gumrukê ya bi Tirkiyeyê re ye. Di têkiliyên YE-Tirkiye de, bi fikra ku Tirkiye naxwaze gavên ‘azadiya ramanê’ ku divê biavêje, bazariya penaberan dest pê dike. Ewropa ji bo wê amade ye. Heya ku ji Tirkiyeyê penaber neyê. Dibêjin 'bila ji Tirkiyeyê penaber neyên, em ê pereyê wan bidin’.”    Aykol di berdewamiya axaftina xwe de got, "YE Tirkiyeyê naxwaze" û anî ziman ku Erdogan ji bo YE ne samîmî ye û wiha got: “NATO û YE tê wateya dolar û euro. Heya ku hûn di NATO’yê de bimînin, divê hûn polîtîkayên alîgirê DYA û YE’yê nîşan bidin. Ji bo ku hûn bi Rûsyayê re bibin, divê hûn ji dolarê qut bibin. Ji sedî 60’ê mevduatê dolar e. Niha ne pêkan e ku Tirkiye ji NATO’yê derkeve û xwe nêzî Şanghayê bike. Ji ber vê sedemê tiştekî normal e ku Tirkiye nêzî YE û DYA’yê dibe. Derketina ji sîstema dolaran pir xeter e. Dema ku Saddam got, 'Ez ê petrola xwe bi pereyên ne-dolarî bifiroşim', plana hilweşandinê dest pê kir. Qaddafî û Chavez jî bi heman awayî Gotinên dij-Amerîkî dikare beriya hilbijartinê were kirin, lê herî zêde dikare were bazartî ye. Sînorê bazarkirinê heye. Ji ber ku petrola Tirkiyeyê tune ye. Çimkî tiştek di destê Tirkiyeyê de hebe û ev ne tiştekî ku bi keda erzan were tehamulkirinê ye.”