Li Zapê 8 leşker hatin kuştin 2023-07-22 12:47:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin di şerê li dijî herêma Zapê de 8 leşker hatine kuştin û derb li helîkopterekê hatiye xistin.   Tirkiyeyê li dijî herêmên Zapê û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve çend roj in êrişên nû daye destpêkirin. li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê; li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê di navbera endamên PKK'ê û leşkerên tirk de şerên dijwar diqewimin. Li gorî agahiyên pêşî herî kêm 8 leşkerên tirk hatine kuştin û derbeke giran li helîkoptereke Skorsky hatiye xistin.