Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek 2023-07-22 14:32:52   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê destnîşan kir ku divê demildest girtiya nexweş Ozge Ozbek a rewşa wê giran e were emeliyetkirin û banga berdana wê hat kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 590’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek parêzvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tev li bûn. Rêveberê navenda HDP’ê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa tevahiya girtiyên nexweş û xwest tevahiya girtiyên nexweş tavilê bên berdan.    'OZGE OZBEK BILA DEMILDEST BÊ BERDAN'    Şahîn bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek ku rewşa wê her diçe giran dibe û diyar kir ku Ozbek di 10’ê tîrmehê de li qawîşa girtîgehê li erdê ketiye û serê wê êşiyaye û piştî wê rakirine nexweşxaneyê hatiye tespîtkirin ku xwîn çûye ser mêjiyê wê û ûrê di serê wê de jî mezin bûye. Şahîn bang li rayedaran kir ku demildest mudaxileyî rewşa Ozbek bikin û were emeliyetakirin û tavilê bê berdan. Şahîn anî ziman ku her ku çiqas nexweşxaneya Acibadamê ya Stenbolê di sala 2020’yan de gotiye nikare di hepse de bimîne jî lê dîsa jî nayê berdan û ew bi tena serê xwe nikare bijî û divê were berdan. Şahîn ji bo parastina mafê jiyanê û tenduristiyê yê Ozbek bana hestiyariyê li raya giştî kir.