ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan 2023-07-22 15:10:11   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku êdî girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday nikare di girtîgehê de bimîne û xwest Kuday bê berdan.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 463’yemîn de çalakiya xwe heftane li dar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Rêvebera Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bi bîr xist ku herî kêm 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan li benda berdanê ne û tevî ku rewşa gelek girtiyan nebaş e jî nayên berdan. Çevîrmen got tedawiya girtiyan nayê kirin û divê cezayê girtiyên nexweş bê taloqkirin lê ew jî nayê kirin.    'HER KU DIÇE REWŞA WÎ XERAB DIBE’    Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Metrîsa Stenbolê ya Tîpa R’yê t3e ragirtin û got: “Kuday 49 salî ye û 9 sal in girtî ye. Beriya 5 salan li Girtîgeha Tekîrdagê nexweşiyên wî dest pê kirin. Tevî ku rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe jî lê tedawiya wî nayê kirin. Nexweşiya ALS li Kuday peyda bûye. Ji bo Kuday bê berdan serlêdana taloqkirina ceza hatiye kirin lê tu encam jê derneketiye. Wek din jî nexweşiyên Kuday hene. Gelek zeîf dibe û niha ew bûye 45 kîlo. Bi girtiyê nexweş Serdal Yildirim ê felc bûye re li heman qawîşê dimîne. He du jî nexweş in û ne di wê rewşê de li girtîgehê bimînin.” Çevîrmen anî ziman ku di rewşa heyî de ne pêkan e ku Kuday li girtîgehê bimîne û xwest Kuday demildest bê berdan û cezayê wî bê taloqkirin.