Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin 2023-07-22 15:28:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye têkildarî 100 saliya Peyman Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe û bandora wê ya li ser kurdan konferans tê lidarxistin. Şaredarê Lozanê Gregore Jupond di konferansê de destnîşan kir ku neheqiyek mezin li kurdan hatiye kirin û ew dixwazin bi kurdan re li Lozanê rûpelek nû vekin.    Salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ya ku di sala 1923'an de li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi pêşengiya Îngiltere û Fransayê bi Tirkiyeyê re hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe, bi çalakiyên ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tên protestokirin. Konferansa îro dest pê kir û heta sibê dê bidome. Di konferansê de mijarên cuda tên nîqaşkirin. Konferans li eywana Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) a Lozanê tê lidarxistin.    Ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê 600 kes beşdarî konferansê bûne û bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî silavkirina beşdaran, li ser navê Komîteya Amadekar Leyla Îmret û Refîk Gafur, Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî hedef û armancên konferansê axivîn.    ‘WÊ ÎRADEYEKE HEVPAR DERKEVE HOLÊ’   Ahmet Karamûs destnîşan kir ku girîng e gelê kurd di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de encamên vê peymanê li vir binirxîne û destnîşan kir ku gelê kurd 100 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe daye û li dijî encamên vê peymanê îradeyeke mezin nîşan daye. Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku wê li ser navê gelê kurd îradeyek derkeve holê.   Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad jî diyar kir ku gelê kurd 100 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe daye û bal kişand ser polîtîkayên qirkirin, komkujî û tunehesabinadin yên di vê sedsalê de li ser gelê kurd tên meşandin.   ŞAREDARÊ LOZANÊ: EM DIXWAZIN BI KURDAN RE RÛPELEKÎ NÛ VEKIN   Şaredarê Lozanê Gregore Jupond jî beşdarî konferansê bûye û axivî. Jupond diyar kir ku di sala 1923’an de li vî bajarî peymanek hatiye îmzekirin û ev yek bingehê neheqiyeke mezin a li dijî kurdan e û wiha got: “Em dixwazin li vir bi kurdan re rûpeleke nû vekin. Em dixwazin vî tiştî li bajarê xwe bibêjin. Mafê gelê kurd heye ku weke gelên din bijî.” Gregore Jupond diyar kir salona ku di sala 1923'yan de Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin jî kirine muze.   Piştî axaftina Şaredarê Lozanê, konferans bi sînevîzyona li ser Peymana Lozanê berdewam kir.    ‘RÊBER APO 50 SAL IN LI DIJÎ LOZANÊ LI BER XWE DIDE’   Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah anî ziman ku Peymana Lozanê destpêka qirkirinên ku li dijî gelê kurd e ku hatine ye û wiha axivî: “Li dijî Peymana Lozanê 100 sal in kedek mezin, têkoşîn û berxwedan hat meşandin. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber yên di vê têkoşîna azadiyê pêşengî ji gelê kurd re kirine û şehîd bûne, bi bîr tînim. Sedsala 21’an sedsala jinê ye. Sedsala 21’an sedsala gelên din ên ji bo gelê Kurd û pêşeroja wê, têdikoşin in. Sed sala ku me li pey xwe hiştî, sedsaleke ku ji bo kurdan dersên dîrokî wê werin derxistin. Li cihê ku mafên gelê kurd lê hatine înkarkirin, berxwedan heye. Têkoşîn heye. Rêber Apo ku di vê sedsalê de girîngiyek mezin daye têkoşîna gelê kurd û pêşengî ji têkoşîna Kurdistanê re kiriye, 50 sal in li dijî Peymana Lozanê li ber xwe dide. Têkoşîneke mezin meşand. Hem ji bo Kurdistanê hem jî cîhanê. 25 sal in li Îmraliyê têkoşîn tê meşandin. Têkoşîna li Îmraliyê tê meşandin li dijî zilmê ye. Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo silav dikin.”   KARTAL: DI BINGEHA HEMÛ SIYASETAN DE LOZAN HEYE   Hevserokê KONGRA GEL’ê Remzî Kartal jî axivî û îşaret bi wê yekê kir ku beriya 100 salan Kurdistan hatiye parçekirin û wiha axivî:    “Gelên me ji mafên wan bêpar hiştin. Ez li ser navê gelê xwe hemû welatên ku ev peyman îmze kirine, şermezar dikim. Hemû şehîdên Kurdistanê ku di sedsala borî de ji bo gelê kurd serî hildan û di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Gelê me ji bo van peymanan ne amade bû. Xaka me parçe kirin. Gelê me parçe kirin. Gelê me ji hemû mafên wê bêpar hiştin.”   Di bingehê hemû siyasetên tên meşandin de Lozan heye. Lozan dîsa Enfal e, Helebce ye û Şengal e. Li Rojavayê Kurdistanê Kemera Ereb e. Li Bakur Plana Şark Islahat e. Li Rojhilat darvekirina Qazî Mûhammed û komkujiya Mahabadê ye.”   Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî anî ziman ku ji ber Peymana Lozanê kurd bi qirkirina erdnîgarî û fîzîkî re rû bi rû mane. Mûînî da zanîn ku peyman 100 sal in li dijî gelê kurd esasê qirkirinan çêkiriye û destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî vê yekê li hemû qadan bibe yek deng û li ser bingehê neteweyî têkoşîna xwe bigihîne asteke nû.   FELSEFEYA 'JIN JIYAN AZADÎ'    Nûnera Jinên Kurd ên Ewropayê Besîme Konca jî axivî û destnîşan kr ku gelê kurd tevî qirkirin û talana Lozanê jî 100 sal in li ser pêya ye û ji bo welat û mafên xwe li ber xwe didin û îro ev berxwedan bi pêşengiya jinên kurd li rojavayê Kuristan û li rojhilatê Kurdistanê bi felsefeya "Jin jiyan azadî" berdewam dike. Konca anî ziman ku wê jinên kurd destûrê nedin polîtîkayên qirkirinê.