Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin 2023-07-22 15:32:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî Peymana Lozanê ya înkar û qirkirinê dimeşin.   Di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê de ku Kurdistan kir çar parçe û bû bingehê siyaseta qirkirina gelê kurd, gelê Kurdistanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê li gel konferanseke navneteweyî meşekê li dar dixe. Ji saetên serê sibê ve Kurdistaniyên ji gelek welatên Ewropayê bi taybet ji Swîsreyê herikîn bajarê Lozanê.   Kurdistanî li ber avahiya Château d'Ouchy ya li qeraxê Gola Lemanê ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin, kom bûn. Piştî kombûnê bi deh hezzaran Kurdistanî dest bi meşê kirin û meş dê heta Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, bimeşin.    Girse di pankartên cuda, alên cur bi cur ên Kurdistanê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildane û di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "PKK", "Bijî Kurdistan” û "Faşîst Erdogan" tên berzkirin.