Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî 2023-07-22 20:57:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Lozanê ya bi armanca niqaşkirina sedsala bê ya kurdan hat lidarxistin, berdewam e. Di konferansê de îşaret bi yekîtiya neteweyî hat kirin.   Konferansa bi navê "Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê’" ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 100'emîn salvegera Lozanê organîze kir, berdewam e. Konferans ku wê du rojan dewam bike, bi axavtinên nûnerên partiyên siyasî û saziyên cur bi cur ên ji çar aliyên welêt berdewam e.   Salih Elemdar ku li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk a Sûriyeyê mafê axavtinê girt, bi bîr xist ku kurd sed sal berê li bajarê Lozanê hatine parçekirin û wiha got: ‘’Tu dewletan Kurd wek xwişk û bira û dost nedîtin. Bi hemû derfetên xwe siyaseta qedandina Kurdan û înkarkirina wan bi rê ve birin. Kurd parçe bi parçe kirin, eşîret û malbat kirin du par. Em man li Sûriyeyê. Bi salan em bêyî nasname hiştin. Bi ‘Kembera Ereban’ em ji axa me kirin. Lê Kurd îro dîsa ji pêyan in bi berxwedana xwe didin der ku qebûl nakin."      Elemdar da xuyakirin êrîşên dewleta Tirk ên bi ser bajarên Rojava de jî wek dewama Peymana Lozanê çêdibin û got: "Dewleta Tirk bi qetilkirina gelê me yê li Bakur namîne, li êrîşên qirkirinê li Rojava û Başûr jî dike.’"   ‘DIVÊ EM ASASÊ YEKITIYÊ DIYAR BIKIN’   Nûnerê Partiya Rizgariya Kurdistanê jî, bal bir ser niqaşa encamên Lozanê ku îro tê kirin û wiha axivî: "Em Kurd divê çi bikin? Divê niqaşa vê bikin û bi encam bikin. Divê em xebateke çawa bikin? Ev konferans ji wê boneyê hatiye lidarxistin. Em ji lew ma li vir in. Giring e ku hemû sazî û rêxistinên me yên siyasî bi hev re tevbigerin. Divê em asasê yekitiyê yê hevpar diyar bikin."   Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidiyan jî Nûre Alkiş axivî. Nûre Alkiş, îşaret bi êşên ku civakên Kurdistanî sed sal in dikişînin kir û got: "Ji ber Peymana Lozanê me pir êş kişand. Me Êzidiyan du caran êş kişand. Êzidî beşekê civaka Kurdan in. Ji ber baweriya xwe pir êş kişandiye. 74 caran ferman li wan rabûye."   Parlementerê berê yê HDP’ê Îmam Taşçier, anî ziman ku yekîtiya Kurdan dikare encamên Peymana Lozanê ji holê rake. Taşçier diyar kir ku bi Lozanê re peymana statuyê ya di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hat betalkirin û got: “Yekemîn meclîsa Tirkiyeyê piştî vê peymanê hat guhertin. Piştre hin wekîlên Kurd hatin qetilkirin. Ziman û çanda Kurd hat înkarkirin. Navên gund û bajaran guhertin. Divê ev konferans bibe wesîleya kongreya neteweyî. Divê Kurd tavilê kongreya netewî li dar bixin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Hemû partî û rêxistin divê di vê yekîtiyê de cih bigirin. Kurdistan bi erêkirina dewletên serwer hat parçekirin. Li Lozanê ji bo parçekirina Kurdan lihevkirinek çêbû. Ji bo em encamên vê peymanê ji holê rakin, divê yekîtiya xwe çêbikin.”   Parlementerê Iraqî Dr. Şoreş Hecî jî wiha got: “Divê ji bo yekîtiyê çi pêwîst be bikin. Werin em li dora sembolek hevpar bên ba hev. Tecrûbeyan ji dîroka xwe derxin. Em bi çanda xwe re têbikoşin. Divê em bingeha yekîtya xwe ya neteweyî deynin. Em peymana 100 sal berê berevajî bikin. Şert û mercên wê hene. Eger em bawer bikin dikarin bi hev re tevbigerin.”   ‘SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN JI NEDÎTÎ VE TÊN’   Mamostaya zimanê Kurdî Gulnara Azadî ku ji bajarê Almatî yê Qazaxistanê tevlî konferansê bû axaftinek kir. Azadî bal kişand ser vê yekê ku ev 100 sal in komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê ji aliyê dadgehên navneteweyî ve ji nedîtî ve tên. Azadî da zanîn ku gelê Kurd li dijî parçebûna Kurdistanê bi ziman û çanda xwe hebûna xwe didomîne û wiha got: “Ez silavên xwe ji Rêber Apo re dişînim ku îro şert û mercên li vir axaftinê da me. Bijî Serok Apo.”   Serokê FEDA’yê Demîr Çelîk, bal kişand ser girîngiya xebatên ku di salvegera 100’emîn a Lozanê de ji bo statûya neteweyî ya Kurdan bên meşandin. Çelîk diyar kir ku divê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Gelê Kurd ji aliyê komîsyoneke, ji hemû saziyên navneteweyî re bê şandin.   Konferans bi axaftinên beşdaran dewam dike.