Zem li dermanan jî hate kirin 2023-07-23 10:49:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, ji ber bihayê dermanan bi Euroyê tê diyarkirin, ji sedî 30,5 zem li rêjeya danûstendina Euroyê hate kirin.    Bi biryara Rojnameya Fermî ya ku bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hate weşandin ji dermanan re zem hate kirin. Li gorî biryarê bihayê Euroyekê li hember Lîreyê Tirk (TL) ji sedî 30,5 hate zemkirin û bihayê Euroyekê li hemberî Lîreyê Tirk bû 14,0387 TL.   Bi zeman bihayê baremê yên tiştên bi kûrê têne parastin bû 48.41 TL û bihayê baremê yên tiştên din jî bû 25.30 TL.    Dê biryar sibê (24'ê tîrmehê) bikeve meriyetê. Dermanên ku bihayê wan di bin 4 lîreyan kêmtir biha dibin, dê li ber çav neyên girtin.    Piştî sererastkirina dawî bihayê dermanên ku li ser 4 lîreyan biha bûne, dê li ser bihayê firotinê bêne zêdekirin.