17 saziyên medyayê: Divê rojnamevan Şêrwanî bê azadkirin 2023-07-23 16:41:09 NAVENDA NÛÇEYAN - 17 saziyên medyayê û 150 rojnamevanan cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hate birîn, şermezar kirin û diyar kirin ku zordariya li dijî hevpîşeyê wan hatiye kirin red dikin û bang hat kirin ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî were azadkirin.    Li Silêmaniyê bi tevlİbûna 17 saziyên ragihandin û 150 rojnamevanan li dijî cezakirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî daxuyaniyek hate dayîn. Bi dirûşmeya "Demildest û bêşert û merc Şêrwan Şêrwanî berdin" li dijî biryara birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, daxuyaniyek ya çapemeniyê li ser navê 150 rojnamevan û 17 saziyên çapemeniyê hate dayîn.   Li ser navê saziyên ragihandin û rojnamevanan, rojnamevan Kemal Rauf daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Di 20’ê Tîrmehê de carek din Dadgeha Hewlêrê dibin zexta desthilatdariya polîsî û bê ku hêcet û giliyek hebe, 4 sal ceza li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî. Ev yek derdixe holê ku roj bi roj azadiya fikir, raman, azadiya rojnamevan û demokrasiyê li Herêma Kurdistanê paş dikeve. Ji ber desthilata ne edalet û polîsî, Herêma Kurdistan ji bo rojnamevanên azad û serbixwe bûye herêmek metirsîdar.   Em weke rojnamevanan, vê sîstema bi navê yasa û dadgehê ya hemberî heval û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî red dikin û şermezar dikin. Nabe bi kîn û tolhildanê nêzî rojnamevanan were kirin, em piştgiriya Şêrwan Şêrwanî dikin û dixwazin demek ji ya din zûtir Şêrwan were azadkirin.   Li gorî me ev ceza ne tenê dijî Şêrwan e, dijî dengê azad, rojnamevan, azadiya fikir, raman û payemek eşkere ya desthilatê a ji bo hemû dengên azade.  Şêrwan Şêrwanî baca helwestek exlaqî, mirovî û netewî dide, ji bo vê pêwîste hemû kes xwe berpirs bibînin û ji bo azadiya Şêrwan zextê bikin.”   Navê saziyên tev li daxuyaniyê bûne wiha ne: Ajansa Nûçeyan ya Rojnews, Dezgaha Medyayî ya Shar Press, Dezgaha Medyayî ya Politic Press, ARYEN TV, Dezgaha Medyayî ya Zemen, Dezgaha Medyayî ya Standart, STÊRK TV, Dezgeha Medyayî ya Bwar, MEDYA HABER TV, Radyoya Deng, Rojnemeya Newjîn, Şîrketa Medyayî ya Chatr, Moco Kurd, Wllat Media, Medyayî Hewt Roj.