Xwebûnê vê hefteyê bal kişand ser Peymana Lozanê 2023-07-24 09:01:21 AMED - Hejmara 188’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lozana nû bi vîna gelan pêkan e” derket.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara 188'emîn de bi manşeta "Lozana nû bi vîna gelan pêkan e" derket. Rojnameyê di manşeta xwe de bi nivîs û nûçeyên ku çêkiriye bal kişandiye ser Peymana Lozanê. Di vê hejmara xwe de rojnameyê bi giranî cih daye nivîsên der barê Peymana Lozanê de.    Di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye hevpeyvîna bi aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen re. Di rûpela jinan de der barê komxebata jinan a ku ji aliyê TJA’yê ve li Amedê hatibû lidarxistin de nûçeanalîzek hatiye amadekirin.  Di rûpelê 3’yan de jî li ser rewşa dawî ya li Mexmûrê û cotkarên bakurê Kurdistanê hatiye rawestandin. Di rûpelê 6’an de jî nivîskarên rojnameyê bal kişandine ser lûtkeya NATO’yê û serdana Erdogan a welatên Kendavê.