Li Tirkiyeyê 'Roja Çapemeniyê': Sansur, tundî, binçavkirin, girtin… 2023-07-24 11:20:51 STENBOL - Rojnameger 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniya, bi sansur, tundî, binçavkirin û girtinan pêşwazî dikin. Rojnamegerên di şopa heqiqetê de israr dikin anîn ziman ku peywira wan li ser dîrokê nîşeyekê hiştin û rastiyan ragihandin e û gotin: “Tu zext nikarin vê yekê asteng bikin.”   Rojnamegeran di dîroka 24’ê Tîrmeha 1908’an de dema ku Meşrûtiyet hat îlankirin, biryar dan ku ew ê rojnameyên xwe nîşanî “Desteya Sanurê" û karmendên sansurê nedin. Haman roj a 24’ê Tîrmehê di sala 1948’an de ji hêla Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ve wek "Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Rojnamegeriyê” hate ragihandin. Lê belê ji wê rojê heya îro ne sansûr ne zextên ne jî binpêkirinên mafan ên rojnamegeran, qet bi dawî nebûn.   Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ya meha hezîranê, ji 1’ê tîrmehê ve 75 rojnameger girtî ne. Di danişîna 11’ê tîrmehê hatiye lidarxistin de 15 rojnamegerên kurd hatin berdan. Li gorî vê encamê hejmara rojnamegeran ku tên girtin daket lê bele li gel hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê Merdan Yanardag, gelek rojnamegerên din ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hê jî girtî ne.    Rojnamegeran têkildarî zext, sansur û astengiyên ku ji ber karê xwe dikin, di 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê de ji ajansa me re, hin nirxandinan kirin.    EREN: ÇAPEMENÎ QET AZAD NEBÛ   Faruk Eren   Serokê Giştî yê Sendîkaya Kebatkarên Weşan û Matbaayê yên Çapemeniyê (Basin Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Faruk Eren destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çapemenî tu caran azad nebû û anî ziman ku desthilatdaran ji bere heya niha tim xwestin çapemenî û Rojnamegeran di bin kontrola xwe de bigirin. Eren bi bîr xist ku rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin tim dibin hedefa desthîlatê û kuştinên Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agos’ê, Hirant Dînk û Rojnamegerê kurd Kadrî Bagdû bi bîr xist. Eren wiha axivî: “Li Tirkiyeyê di bin kontrola dewletê de kuştin pêk hatin. Her roj li ciheke welat rojnamegerek tê darizandin.”   ALTINTAŞ: ROJNAMEGERÊN KURD DIBIN HEDEF    Bariş Altintaş   Hevrêveberê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLS) Bariş Altintaş destnîşan kir ku desthilatê li dijî rojnamegeran “pêngava tengkirinê” daye destpêkirin û bi bîr xist ku rojnameger kurd tim bi sûcdariya “terorê" re rû bi rû dimînin. Altintaş anî ziman ku desthilatên otorîter di serî de çapemeniyê bi dest dixin û got: “Sedema vê yekê ji ber partî dibin partiyên dewletê. Dewlet tim ji rojnamegerên rexnegir aciz e. Rojnamegerên çalakiya Dayikên Şemiyê dişopand bi derbkirinê hate girtin, qirika hevaleke me şidandin, tiliya rojnamegera biranîna Pirsûsê dişopand, hate şikandin.”   TAŞTAN: TIŞTEKÎ KU EM PÎROZ BIKIN TUNE   Ûmût Taştan   Nûçegihanê Arti TV’yê Ûmût Taştan da zanîn ku bi derxistina “Kanûna Sansurê” li Kurdistanê zextên li dijî rojnamegeran zêde bûne û li gel bal kişandina 15 rojnamegerên hatine berdan ev tişt got: “Li vê derê hedef ne em in, hedef gelê kurd, daxwazên gelê kurd û rojnamegerî ye. Ew bi rojnamegeriyê ji bo daxwazên gelê kurd ragihînin pêk tînin. Em nikarin niha bêjin “Cejna Çapemeniyê. Ji ber tiştekî ku em pîroz bikin tune. Xebatkarên çapemeniyê dengê Malbata Şenyaşar û qetilkirina Kemal Kûrkût ji raya giştî re ragihandin. Di şopandina nûçeyê de tiliya Fatoş Erdogan şikandin. Hem dema binçavkirinê hem jî li midûriyeta polîsan îşkence berdewam kir."   KURAY: PEYWIRA ME LI SER DÎROKÊ NÎŞE HIŞTIN E   Zeynep Kuray   Rojnameger Zeynep Kuray jî anî ziman ku rojnamegerên di heqîqetê de israr dikin, tim bi îşkence, binçavkirin û girtinan tên cezakirin û got: Li Welêt faşîzm zêde dibe. Her ku faşîzm zêde dibe zext û astengkirin jî zêde dibin. Di nava dewletê de kê herî xerab be, ew terfiyê distîne. Êdî pergal wisa ye. Lê peywira me li ser dîrokê nîşe hiştin, û ragihandina rastiyan e. Tu zext nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Em ê şopandina heqîqetê bidomînin.”   MA / Ferdî Bayram