Di civînên gel de berteka ji bo etcrîdê: Divê bêtir bibe rojev 2023-07-24 19:49:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku beşdarî civîna gel bûn, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin ku divê hîn bêtir bibe rojev.    Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), civînên xwe yên gel didomînin.    RIHA   Di vê çarçoveyê de li navçeya Hewag a Rihayê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî di nav de gelek welatî tevlî civînê bûn. Beriya civînê deqeyek rêz ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat girtin. Piştî rêzgirtinê Gunay axivî. Gunayê malavayiya beşdaran kir û got: "Dê her rexneyek we bê qeydkirin û em ê nîqaş bikin. Dê tu rexne û pêşniyazek we berba nebe. Ji bo me avakirina siyaseteke dmeokratîk ji hilbijartinan pir girîngtir e. Lewma rexne û pêşniyazên we ji bo me pir girîng in."    TECRÎD   Beşdaran diyar kirin ku HDP û Partiya Çepên Kesk ji siyaset gel dûr ketine û divê siyaseta Kurdistanê pêş bikeve. Welatiyan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û gotin: "Em bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan têk naçin û em ê têk neçin." Paşê ciwanekî destnîşan kir ku dmeildest divê tecrîda li ser Rêberê PKk'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û û divê li meclisê bêtir bibe rojev.    PIştî axaftinan Ebrû Gunayê got ku dê rexneyan esas bigirin.    AMED    Li navçeyên navendî Peyas, Rezan, Yenîşehîr û SÛrê yên Amedê jî civînên gel hatin lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan, Hevberdevka PArtiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak, endamên MED-DER, MEBYA-DER û DBP'ê û gelek welatî tevlî civînan bûn.    Parlementerê Rihayê Omer Ocalan ku di civînê de axivî, anî ziman ku dê partî bi gel re hebe. Ocalan destnîşan kir ku ew partiya gel in û got: "Divê em hev rexne bikin û car din dest pê bikin." Paşê welatiyan rexneyên xwe û pêşniyazên xwe anîn ziman û gotin ku demildest divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.    COLEMÊRG    Bi beşdariya Parlementera Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Oznûr Bartin, Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Huseyîn OLan û rêveberên partiyê li taxa Baglar a Colemêrgê jî serdana esnafên pîşesaziyê hat kirin. Di serdanan de esnafan kêmasiyên di hilbijartinê de rû dane bilêv kirin.    Şandeya partiyê paşê çû serdana rêxistinên civaka sivîl û malbatan kir.