Dozgeriyê xwest biryara beraetê ya der barê Ûysal de bê xerakirin 2023-07-25 09:07:35 AMED - Di doza der barê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal de biryara beraetê hatibû dayîn. Piştî biryara beraetê dozgeriyê îtiraz kir û serî li Dadgeha Îstinafê da.  Di doza der barê Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal de ku ji ber daxuyaniyên dema qedexeyên derketina derve, delegetiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û panelên li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê der barê Ûysal de biryara beratê dabû. Dadgehê sedema beraetê eşkere kir. Dadgehê di biryara xwe de de diyar kir ku delîlên qanihker tune ne.    Lê belê piştî biryara dadgehê, Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo xerakirina biryara beraetê û cezakirina Ûysal serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê (Dadgeha Îstînafê) da.