Lîtreya benzînê bû 36 lîre 2023-07-25 10:31:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Benzîn û mazot li ser hev tê bihakirin. Fiyeta benzînê 2,04 lîre hat bihakirin.    Bihayê benzîn û mazotê li ser hev tên bihakirin. Dîsa bihayê benzînê hat zêdekirin. Ji 25’ê tîrmehê şûn ve 2,04 lîreyê din jî li benzînê hat zêdekirin. Niha lîtreya benzînê bi 36,06 lîreyê tirk tê firotin.