Ji ber erdhejê rêya Kozan-Fekeyê hate girtin 2023-07-25 11:46:44 EDENE - Ji ber tirsa erdheja li Kozanê ya bi pileya 5.6 pêk hatiye, li Osmaniyeyê 2 kes xwe ji şaneşînan avêtin xwarê û birîndar bûn. Ji ber kevirên ji çiyayan hatine xwarê jî, rêya Kozan-Fekeyê ji çûnûhatê re hate girtin.    Li navçeya Kozana Edeneyê saet di 08.44'an de bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat. Li gorî Rasatxaneyan Kandîlliyê erdhej 3.7 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye û li bajarên derdor jî erd hejiya ye. Li gorî Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) mezinahiya erdhejê 5.5 e.    Hat destnîşankirin ku li Osmaniyeyê 2 kesên ji ber tirsa xwe ji şaneşînên xaniyên xwe, xwe avêtine xwarê birîndar bûne û ji bo bên dermankirin jî rakirien nexweşxaneyên bajêr.    Her wiha ji ber erdhejê kevirên mezin ji çiyayan daketine ser rêya herêma taxa Ûgûrlûbag a navçeya Fekeyê. Rêya Feke û Kozanê ji ber kevirên ketine ser rê ji çûnûhatê re hate girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dîwarên hin xaniyên kevn hilweşiyane û nayê zanîn ku kes birîndar bûye an miriye.