Li Xîzanê operasyon û bombebaran didome 2023-07-25 12:28:15 BEDLÎS - Li navçeya Xîzanê li herêma ku 12 rojan operasyona leşkerî lê berdewam kir, ji hewayî vê bênavber tê bombebarankirin.  Li gundên Xûlepûr û Kekûlan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 14’ê tîrmehê de heta 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” hat ragihandin. Li herêmê 12 roj in operasyona leşkerî berdewam dike.    Hat ragihandin ku helîkpter bênavber herêmê bombobaran dikin. Hat zanîn ku li hin deveran ji ber operasyonê şewat derketiye. Zeviyên gundiyan xesar dîtine û hat destnîşankirin ku li her deverek herêmê fotokapan û MOBESE bi cih kirine.    OPERASYON DIJWARTIR DIBE    Îro jî gelek helikopter çoltera gundan bombebaran kirine. Gundiyan ragihand ku cihên nêzî malên wan hatine gulebarankirin û operasyon li gundê Bestê dijwar bûye.