Di erdheja Edeneyê de 8 kes birîndar bûn 2023-07-25 15:00:15   EDENE - Di erdheja li Edeneyê pêk hatiye de hat daxuyandin ku 8 kes birîndar bûne.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî erdheja li Edeneyê pêk hatiye li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyanî da û got: "Di erdheja vê sibê navenda wê Kozan a Edene bû, 2 kes ji ber xwe ji bilindahiyê avêtine, li Osmaniyeyê jî 6 kes ji ber xwe ji bilindahiyê de avêtine, birîndar bûne. Kesên ji ber xweavêtinan birîndar bûne, bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyan hatine kirin. Em silametiyê ji gelê xwe re dixwazin."    Her wiha li gundê Gafarli yê navçeya Sûnbasa Osmaniyeyê ji çiya kevir ketin xwarê. Ji ber kevirên ketine xwarê, dîwarê maleke mûstakîl hilweşiya. Hat zanîn ku tu kes ji vê bûyerê birîndar nebûye.