Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber wezaretê protestoya zemê li dar xist 2023-07-25 15:39:44     ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber Wezareta Xezîne û Maliyeyê li dijî zeman çalakiyek prostestoyî li dar xistin.   Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li dijî bihakirina pêdiviyên jiyanê û zemên ku tên kirin, ji ber avahiya Meclisê heta Wezareta Xezîne û Maliyeyê meşek protestoyê li dar xistin. Parlamneteran dovîzên bi nivîsên “Dizî û şêlandin heye”, “Xwarin û vexwarina xelkê biha nekin, ranta xwe qut bikin” û “Sedsala zemkirinê” hildan. Parlamenteran meşa xwe li ber wezaretê bi dawî kir û daxuyaniyek kurt dan.    Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Olûç axivî û polîtîkaya aboriyê ya îktidarê rexne kir. Olûç anî ziman ku îktidarê hevsengiya aboriyê xera kiriye û ev zem û bihakirin hemû encama polîtîkayên îktidarê ye. Olûç bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan kir ku li ber krîza aborî û polîtîkaya aboriyê ya îktidarê rabin û her ku bêdengî çêbibe wê zemên nû bên kirin.