Nûçegihanê me Arslan hat girtin 2023-07-25 17:55:12   AMED - Nûçegihanê MA'yê Firat Can Arslan hat girtin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24'ê Sîbel Yuklerê ku îro çaçroveya lêpirsîneke serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin girtin.   Arslan bi daxwaza girtin û Yukler û Akyuz jî bi şertê kontrolkirian edlî sewqî dadgehê hatin kirin.   Arslan bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dadgehê bû. Dadgeriyê der barê Arslan de biryara girtinê da.