Li Nisêbînê polîsan avêt ser malekê: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-07-25 21:28:30   MÊRDÎN – Li Nisêbînê li Cadeya Sakaryayê polîsan avêt ser malekê. Tê gotin ku di avêtina ser malê de dengê çekan hatiye û kesek jiyana xwe ji dest daye.    Li Cadeya Sakarya ya taxa Selahadîn Eyubî ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan avêt ser malekê. Di dema avêtina ser malê de dengê çekan hat û paşê teqînek çêbû.    Tê gotin ku di pevçûnê de kesekî navê wî nehat hînkirin û HPG'î ye, jiyana xwe ji dest daye. Li gor agahiyên bi dest ketin, kesek jî bi birîndarî hatiye binçavkirin. Piştî bûyerê kolan ji çûnhatinê re hat girtin.    Li taxê dorpêça polîsan didome û polîs davêjin ser gelek malan.