Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin 2023-07-26 08:49:02   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî bûyera duh li taxa Qijlê qewimî vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û welatiya bi navê Bedîa Adiguzel kirin binçavan.    Polîsan duh êvarê bi ser maleke li ser Cadeya Sakarya ya li taxa Selahadîn Eyubî ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de girtin. Di dema serdegirtinê de li mala ku piştî dengên çekan dengê teqînê hat, jineke ku hate diyarkirin endama HPG’ê ye jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de kesek jî birîndar hate dîl girtin. Piştî bûyerê polîsan li navçeyê bi ser gelek malan de girtin.     BI SER MALAN DE GIRTIN   Hin malên ku polîs ketinê tevî vala bûn jî lêgerîn hate kirin û tiştên li malan hatin belavkirin. Deriyên malan ên ku bêyî xwediyên wan hebin hatin şikandin, pişt re hatin qeynaxkirin.    XWEDIYA MALÊ HAT BINÇAVKIRIN   Hate diyarkirin ku mala bûyer lê qewimî ye mala Bedîa Adiguzel e. Adiguzel piştî bûyerê hat binçavkirin.    CENAZE BIRIN MORGÊ      Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehate zanîn rakirin morga nexweşxaneyê, nehate zanîn ku kesê/a birîndar dîl hatiye girtin û Adiguzel birine ku derê.